Hêzên gerîla li gelek herêman derbên giran li hêzên dagirker xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li Zapê ji ber çalakiyên gerîlayan hate sekinandin. Gerîlayên HPG’ê li Sêrt û Bedlîsê jî çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek e nivîskî weşand û têkildarî çalakiyên li Sêrt, Bedlîs û Colemêrgê ev tişt diyar kir:

“Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya ku di 27’ê Îlonê de li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin, bi operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya ku di 16’ê Cotmehê de li qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, çarçoveya xwe berfirehtir kiriye. Hêzên me li yekîneyên vê operasyonê dane û derbên xurt li artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker xistine. Di heman demê de li qadên Sêrt û Bedlîsê jî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker operasyon daye destpêkirin û hêzên me derbên xurt li van jî dane. Di qasî ku hatiye tespîtkirin 26 leşkerên dijmin hatine kuştin. Kitekitên şer û çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker wisa ye:

ÇALAKIYÊN BI BANDOR ÊN LI DIJÎ LEŞKERAN

Di qonaxa duyemîn a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Çelê ya bi ser Colemêrgê û li dijî operasyona li qada Barzanê çalakî li dar xistine.

Di 17’ê Cotmehê de hêzên me li yekîneyeke dijmin a li girê Şehîd Bager ya nêzî Girê Koordîneyê ya Çelê  xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

Di heman rojê de hêzên me saet di 19.30’an de li dijî qereqola Girê ya Çelê çalakiyek li dar xistine û 15 roket li qereqolê ketine û agir bi qereqolê ketiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê dijmin bi obus û hawanan li derdorê daye.

Dîsa di heman rojê de saet di 13.30’an de gerîlayên me li dijî yekîneyeke dijmin a li Tepê Xwedê ya qada Adil Beg a Barzanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obusan li derdora Girê Mamreşo daye.

LI ÇELÊ WESAYÎTA ZIRXÎ BÛ HEDEF

Di 15’ê Cotmehê de saet di 11.20’an de wesayîteke zirxî ya Kîrpî dema ji qereqola Serbesta ber bi qereqola Zavîteyê ya Çelê diçû bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bûye û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li derdora Girê Stûna operasyonek daye destpêkirin. Dijmin bi obus û hawanan li Girê Stûna daye û di 17’ê Cotmehê saet di 14.30’an de ber bi Girê Stûna ve pêş ve çûne. Hêzên me li vê derê ji 3 aliyan ve li dijmin dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 9 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Hêzên me di heman saetan de li dijî dijmin çalakiyeke sabotajê li dar xistine, di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. 3 helîkopterên ku dixwestin xwe bera qada çalakiyê bidin jî bûne hedefa hêzên me.

Operasyona dagirker piştî ku derbên giran xwariye di 17’ê Cotmehê de bi paş ve hatiye kişandin.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA LI DIJÎ HÊZA OPERASYONÊ

Di 15’ê Cotmehê de saet di 19.00’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi tevlêbûna cerdevanên Kampa Dê û Soranserê li qada Xumarokê ya Şemzînanê operasyoneke dagirker daye destpêkirin. Di 16’ê Cotmehê de hêzên dagirker li gundên Meleyan, Helankê û Demanê dest bi lêgerînê kirine. Di heman rojê di destê sibehê de hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin a li Tepê Sor a bi ser Soranserê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker dev ji gir berdane û di 17’ê Cotmehê saet di 17.00’an de ji qadê vekişiyane.

LI SÊRT Û BEDLÎSÊ ÇALAKIYÊN LI DIJÎ ARTÊŞA TIRK

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de hêzên me li Sêrt û Bedlîsê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;

Di 14’ê Cotmehê de saet di 10.30’an de hêzên me li dijî wesayîteke transît a ku ji benda kontrola yê Sêrt-Şêrwan û Berwariyê ber bi Şêrwanê ve diçû çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 leşker hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne. Hêzên dagirker li vê derê derbên giran xwarine û piştre li qadê operasyonek dane destpêkirin. Di 16’ê Cotmehê de operasyona dagirker bêyî ku encamê werbigire bi paş ve hatiye kişandin.

Di 16’ê Cotmehê saet di 14.30’an de gerîlayên me di navbera gundê Sêvê û girê Îskamboyê yê Şêrwanê de rastî yekîneyeke veşartî ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatiye û li vê derê şerek çêbûye.  Hêzên me ji nêz ve li dijmin daye û di vî şerî de 4 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Gerîlayên me 2 rojan şer kirin û bi silametî vegeriyane qadên xwe.

Di 17’ê Cotmehê de hêzên em yekîneke veşartî ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku li Qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê digeriya, xistine bin kontrola xwe û di saet 18.00’an de li wan dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

OPERASYONA LI AMED-FARQÎNÊ BI PAŞ VE HATE KIŞANDIN

Di 11’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Şehîd Baran a Farqînê ya bi ser Amedê operasyonek dabû destpêkirin. Ev operasyon bêyî ku bigihêje encamê di 14’ê Cotmehê de bi paş ve hatiye kişandin.

Di 17’ê Cotmehê saet di 15.40’an de balefirên şer artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Çemço ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.