Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya Qurbanê da destpêkirin
Heyva Sor a Kurdistanê Kampanyaya Qurbanê da destpêkirin û diyar kir wê alîkariya ku kom kirin bidin mexdûrên şer, ên vîrûsa koronayê û karesatên sirûştî yên gelek deverên Kurdistanê.
Heyva Sor a Kurdistanê Kampanyaya Qurbanê da destpêkirin û diyar kir wê alîkariya ku kom kirin bidin mexdûrên şer, ên vîrûsa koronayê û karesatên sirûştî yên gelek deverên Kurdistanê.
Heyva Sor a Kurdistanê Kampanyaya Qurbanê da destpêkirin û diyar kir ew ê alîkariyê bidin mexdûrên şer, ên vîrûsa koronayê û karesatên sirûştî yên gelek deverên Kurdistanê.
Heyva Sor a Kurdistanê bang kir û got, ''Xwe bigihînin kesên hewce û dilê wan xweş û geş bikin.''
Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha got:
"Qurban, parvekirina êş û kedera kesên xizan û hewceyan e.
Qurban; bawerî, biratî û geşkirina dilê wan zarokan e ku benda alîkariyê ne.
Heyva Sor a Kurdistanê îsal tevahiya alîkariyên Qurbanê wê ji mexdûrên şer, vîrûsa korona û kerasetên xwezayî yên li gelek deverên Kurdistanê re bişîne.
Ji bîr nekin, îro bi milyonan mexdûrên şer, vîrûsa korona û kerasetên xwezayî yên li gelek deverên Kurdistanê li benda alîkariyên we ne.
Hûn dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê qurbanên xwe bighînin kesên muhtac û dilê wan geş bikin."
Her wiha hate diyarkirin buhayê Qurbanekê 150 Euro ye û li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike.
Ji bo têkiliyê: https://www.heyvasor.com/ku/kampanyaya-qurbane/