Heyeta HDP'ê tevlî merasîma veşartina cenazeyên Havîn û Fatîh bû

Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Havîn a 3 salî û kekê wê Fatîh Guneş ê 5 salî bû.

Heyeta HDP'ê ku ji bo karê referandûmê li Nisêbînê ye, ji ber merasîma veşartina cenazeyên her du zarokan, bernameya xwe ya li navçeyê betal kir. Havîn a 3 salî û kekê wê Fatîh Guneş ê 5 salî, li hewşa mala xwe ya li taxa Abdulkadîrpaşayê cismek dîtin û ji ber teqîna vî cismî jiyana xwe ji dest dan.

SERSAXÎ JI MALBATÊ RE XWESTIN

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, parlamenterên Mêrdînê Mîthat Sancar û Erol Dora, parlamentera Êlihê Saadet Becerîklî, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Alî Urkut û endamên partiyê, di destpêkê de çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Baydemîr li vê derê bapîr Sîtî Guneş dît û sersaxî jê re xwest. Heyeta HDP'ê piştre tevî malbatê û welatiyan cenaze rakir û berê xwe da goristanê. Cenazeyên Havîn û Fatîh bi merasîmekê hatin veşartin.

Baydemîr ji bav Îdrîs Guneş re sersaxî xwest û li merasîmê axivî. Baydemîr got, "Li vê xakê zilm û belayekî gelekî mezin heye. Ev zilm û bela çi ye? Zilm û bela kuştina van her du zarokên bêguneh e. Ev her du zarok wê di mehşerê de avê ji malbat û gelê xwe bînin. Ya rebbî tu sebrê bide vê malbatê. Ya rebbî tu vê zilmê qebûl neke."

Heyeta HDP'ê piştî merasîma cenaze û serdana sersaxiyê, bi gel re civiya. Piştre ji bo biçe Qoser û Serêkaniyê ji Nisêbînê derket.