Heyeta HDP’ê li Başûrê Kurdistanê ye

Heyeteke HDP’ê li Başûrê Kurdistanê hin hevdîtin kir.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin di heyeta HDP’ê de Serokwekîla Komê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Mahmût Togrûl jî hene.

Heyet berê çû Silêmaniyê û di destê sibehê de bi rêveberê Tevgera Goranê Umerî Seîd Elî û Bextiyar Ewlî re rûnişt.

Di civînê de li ser rewşa siyasî ya herêmê hate sekinandin. Piştî civînê heyeta HDP’ê çû serdana Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî.

Tê payîn ku wê piştî hevdîtinê daxuyaniyek were dayîn.