Hewlêrî li dijî zêdekirina bacê daketin qadan

Welatiyên Hewlêrê li dijî biryara zêdekirina bacê ya ji aliyê Hikumeta Herêmê, derketin kolanan û Rêya 100 metreyî ya bajêr girtin.

Tevî ku welatiyê herêma Kurdistanê ji rewşa hikumeta herêma Kurdistanê, xizmetguzarî û dabeşkirina mûçeyan bi fikar in, berevajî daxwaza welatiyan her ku diçe hikumeta herêma Kurdistanê barê welatiyan girantir û rêjeya bacê zêdetir dike.

Di hewldana dawî ya hikumeta herêmê ya ji bo zêdekirina bacê, biryar daye kesên ku bixwazin wesayîtekê bikirin yan jî bifiroşin, di bin navê kontrata elektronîkî de pêwîst e 100 dolaran weke bac bide hikumetê. Welatiyan nerazîbûneke zêde nîşanî vê biryara hikumetê dan û biryarê red dikin.

Di çarçoveya nerazîbûnan de îro hejmareke berbiçav ji xwediyên pêşengehên kirîn û firotina wesayîtan û welatiyên Hewlêrê dest bi xwepêşandanê kirin û Rêya 100 metreyî ya bajêr girtin. Welatî daxwaz ji hikumetê dikin ku vê biryarê betal bike û ji vê zêdetir bargiraniyê ji bo welatiyan çêneke.

Beşek ji welatiyên di nava xwepêşandanê de dibêjin ev biryar wan neçar dike ku ew koç bikin û jiyana xwe bixin metirsiyê û welat biterikînin. Ji ber ku hikumet ti derfetek ji bo jiyanê nehiştiye û her ku diçe barê jiyana welatiyan girantir dibe û ev yek nayê qebûlkirin.