Hewldanên dorpêçkirina qadên gerîla: PDK'ê li Metînayê 3 baregehên nû çêkir

PDK ku ji meha Hezîranê ve li Metînayê di nava liv û tevgerê de ye, 3 baregehên nû li qadê ava kir. Li heman herêmê dest bi çêkirina rêyeke leşkerî jî kir.

Ajansa Rojnewsê li ser vê liv û tevgera çekdarên PDK'ê ya li herêma Metînayê dîmen weşand. Li gorî vê yekê, PDK'ê li devera gundê Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye. Hate ragihandin ku rê bi mebesta hêsanîkirina liv û tevgera artêşa Tirk a li herêmê tê çêkirin.

Hêzên çekdar ên PDK'ê her wiha li gundên Kanî Masiyê jî 3 baregehên nû yên leşkerî çêkirin.

Li gorî agahiyan, baregehek li nêzî gundê Elkîşkê, ya duyemîn li qadeke navbera gundên Qumriyê û Edinê, baregeha sêyemîn jî li sêgoşeya gundê Binavê hatiye çêkirin.

Ji 5’ê Hezîranê ve PDK hem wextê êrîşên Tirkiye yên li dijî Başûrê Kurdistanê û gerîlayên HPG’ê, li herêma Metînayê dest bi bicihkirina hêzên taybet ên Zêrevaniyê kiriye û rê ji bo sewqiyeta leşkerî çêdike.