Hevşaredarê Gundikê Melê Abdullah Tunç hate girtin
Hevserokê DBP’ê yê bajarokê Gundikê Melê Abdullah Tunç bi îdîaya “Endamê rêxistinê’ hate girtin.
Hevserokê DBP’ê yê bajarokê Gundikê Melê Abdullah Tunç bi îdîaya “Endamê rêxistinê’ hate girtin.
Hevşaredar Abdullah Tunç ê ku di serdegirtinên pêr ya li ser avahiyên rêxistina bajarok ên HDP û DBP’ê û Şaredariya Gundikê Melê yê DBP’ê de ku girêdayî Şirnexê ye, hatibû binçavkirin, piştî karûbarên li Fermandariya Tumen a Jendermeyan a Şirnexê temem bûn û şûnde, şandin Edliyeya Şirnexê. Tunç ê ku bi hinceta “Endamê rêxistinê” ji aliyê dozgeriyê ve sewqî dadgehê hate kirin, hate girtin û şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
Li aliyê din serokê bajarokê Balveren ê DBP’ê Sadûn Sezer û welatiyê bi navê Mehmet Îşçen piştî îfadeya li qereqolê hatin berdan.