Hevşaredarê DBP’ê û gelek kes hatin binçavkirin
Li Navçeya Seravê ya Wanê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Di nav van kesan de Hevşaredar Abdulkadîr Çalişkan jî heye.
Li Navçeya Seravê ya Wanê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Di nav van kesan de Hevşaredar Abdulkadîr Çalişkan jî heye.
Destê sibehê li navçeya Seravê ya Wanê, avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinê de, Hevşaredar Abdulkadîr Çalişkan ê ku li şûna wî qaymeqamê navçeyê wekî qeyûm hatibû peywirdarkirin, endamên meclîsa şaredariyê û gelek xebatkarên şaredariyê jî hatin binçavkirin.
Di serdegirtina ku sedema wê nehate zanîn de, kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê.
Navê hin kesên ku hatine binçavkirin wiha ye: Hevşaredarê Serayê Abdulkadîr Çalişkan, Abdulselam Çalışkan, Yilmaz Şahîn, Fatîh Erter, Necla Umar, Şadiye Uçak, Îkram Yucel, Baran Çalişkan, Zafer Keleş, Mehmet Dundar, Zakîr Deniz, Îhsan Ozsoy, Fulya Şen, Kaniye Şeker ve Kasım Çelikyay.
Beriya bi demekê şaraderiya Serayê hatibû desteserkirin û qeyûm li ser hatibû danîn.