Hevşaredara Artûklûyê hate girtin
Hevşaredara Artûklûyê Sevînç Bozan hate girtin.
Hevşaredara Artûklûyê Sevînç Bozan hate girtin.
Hevşaredara navçeya Artûklû ya Mêrdînê Sevînç Bozan, ku 14'ê Îlonê li navçeya Balçoya ya Îzmîrê hate binçavkirin, anîn edliyeya Mêrdînê.
Sevînç Bozan, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobeda hate kirin û bi heman îdîayê hate girtin.
Dadgeriya Tirk, Bozan xist Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Şaredariya Artûklûyê, roja 13'ê Kanûna 2016'an bi destê qeyûm hatibû desteserkirin.