Hevberdevkê OHP'ê Dede: Kilîda aştî û çareseriyê li Îmraliyê ye

Hevberdevkê OHP'ê Dede bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dema ji aliyê hiqûqî ve mirov li rewşê binerin, tê dîtin ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye îşkenceyê."

Hevberdevkê OHP'ê Umît Dede bibîr xist, ku Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve bi tena serê xwe li hucreyeke li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û destnîşan kir, ji roja Ocalan anîne Tirkiyeyê û vir ve hiqûq tê binpêkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Herî dawî 11'ê Îlona 2016'an birayê Ocalan Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî bû. Piştî Erdogan dawî li pêvajoya çareseriya demokratîk anî, têkiliyên bi Ocalan re jî hatin qutkirin û bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Hevberdevkê Giştî yê Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) Umît Dede têkildarî tecrîda li ser Ocalan ji ANF'ê axivî. 

'18 SAL IN TECRÎD BI RÊK Û PÊK DIDOME'

Dede diyar kir ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye û wiha axivî: "Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha bi tena serê xwe li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di hucreyê de tê girtin. Ji qonaxa girtina Birêz Ocalan û heta qonaxa darizandinê hemû pîvan hatine binpêkirin. Li ser vê bi dehan caran parêzerên Ocalan şert û mercên girtîgeha Îmraliyê bi raya giştî re parve kir û cemawerî agadar kirin. Li ser bêqanûniya li Îmraliyê gelek hewldanên parêzerên birêz Ocalan li qada navneteweyî çêbûn û gelek caran jî der barê şert û mercên Îmraliyê de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî dane. Di sala 2014'an de Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê biryar da ku şert û mercên Ocalan tê de ye tecrîd û îşkence ye, ev yek nayê qebûl kirin û sûcekî dijmirovahiyê ye. Bêqanûniya li dijî Ocalan ji sala 1999'an ve, dema ku bi şêwazekî organîze hate girtin dest pê kir û ti carî bi dawî nebûye. Gelek caran hikûmetê ji bo berjewendiyên xwe tecrîda li ser Ocalan kêm jî be sivik kir, lê belê ev 3 sal e tecrîd giran bûye. Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Dîsa ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir de jî heyeta Îmraliyê û herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de birayê Ocalan Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî bû, ji vê rojê heta niha raya giştî bi ti awayî nikare ji Ocalan agahî bigre. Pêkanînên li Îmraliyê  di aliyê hiqûqê de em dikarin bêjin ji tecrîdê veguheriye îşkenceyê."

'ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE'

Dede da zanîn ku  ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hinceta ku keştî xera bûye serdana parêzeran tên asteng kirin û wiha pê de çû: "Dewlet dixwaze tecrîda li ser Ocalan têxe qalibên hiqûqê, ev hincet û nêzîkatiyên dewletê ji aliyê hiqûqê û gel ve nayê qebûl kirin. Li cihekî çar aliyê wê derya ye û ji bo gihandina cihekê keştî xira bûye. Ev di aliyê dewleta Tirkiyeyê de jî tiştekî gelekî komîk e û nayê qebûlkirin. Dîsa herî dawî piştî hewldana darbeya leşkerî bi  navê Rewşa Awarte  hemû hevdîtin û mafên birêz Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê hatin astengkirin. Nêzîkatî û şertên Ocalan tê de ne, mirov bi hiqûqê nikare bîne ser ziman. Tirkiye, birêz Ocalan ji roja hatiye girtin heta niha muxatabê siyasî dibîne. Her wiha bi mîlyonan mirov birêz Ocalan îradeya xwe dibînin û rêberê gelekî ye. Bandora birêz Ocalan ya li ser gelê Kurd û PKK'ê dewlet ji nêz ve dizane, muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd birêz Ocalan û çareserî jî Ocalan e. Dema ku tecrîd tê rakirin û rêyên diyalogên tên vekirin birêz Ocalan rola ku dikeve li ser milê wî pêk tîne û bandoreke erînî li Rojhilata Navîn jî dike. Mîmarê pêvajoya çareserî, diyalog û aştiyê birêz Ocalan ."

'OCALAN RAMANÊN AŞTIYÊ PÊŞ DIXE'

Dede anî ziman ku piştî rêyên diyalogê li Îmraliyê hatin girtin, Tirkiye ber bi şerekî kûr ve çû û wiha domand: "Dema rêyên diyalogê hatin birîn û li ser Ocalan tecrîd giran bû, Tirkiye ber bi rewşek awarte ve çû. Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de anî ziman, 'heger pêvajo bi dawî bibe, wê li Tirkiye hewldana derbeyan çêbibe û Tirkiye ber bi rewşek şer ve biçe' bûyer û tişên piştî çend salan pêk bên birêz Ocalan texmîn dike û raya giştî hişyar dike. Pêvajoya çareseriyê bi xwe re rewşek aram anîbû Tirkiyê. Lê mixanbin rayedarên dewletê dema bixwazin pirsgirêka Kurd bi riyên şer û şîdetê çareser bikin jî tecrîda li ser Ocalan giran dikin. Her wiha di hemû hevdîtinên xwe de birêz Ocalan li ser aştiya mayînde radiweste û ji bo çareseriyê projeyan datîne."

'TIRKIYE NAHÊLE CPT RAPORA XWE EŞKERE BIKE'

Dede nerazîbûn nîşanî Saziya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da û ev tişt got: "Ji 1999 'an ve heta niha tenê 7 caran çûye Îmraliyê û lêkolîn kirine. Heyeta CPT'yê ku ji 3 kesan pêk dihat, herî dawî di 28-29'ê nîsana 2016'an de çû Îmraliyê. Lê têkildarî ziyaretê ti agahî nedan raya giştî. Her çend CPT'yê rapor amade kir jî hikumetê nexwest rapor bê aşkerakirin. Hevpeymanek ya CPT'yê wiha jî heye dema ku welatek nexwaze rapora xwe eşkere bike CPT bê wî welatî nikare rapora xwe eşkere bike. Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê parêzerên Ocalan di 19'ê tîrmehê û 26'ê Tîrmeha 2016'an de du caran serî li CPT'yê da. Xwestin ji ber agahiyên der barê Îmraliyê de bi lezgînî biçin Îmraliyê ziyaret bikin û lêkolîn bikin. Tevî vê yekê heyeta CPT'yê ku di 29'ê Tebax û 6'ê Îlona 2016'an de hat Tirkiyeyê jî bêyî biçe Îmraliyê vegeriya. CPT, herî dawî di navbera 20-27'ê gulana 2017'an de dîsa hat Tirkiyeyê û bêyî biçe Îmraliyê vegeriya. Dema mijar dibe Ocalan, hemû cîhan bê deng dimîne."

'RÊYÊN SIYASETÊ XITIMÎN E'

Hevberdevkê Giştî yê Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) Umît Dede da xuyakirin ku li Tirkiyeyê hemû rêyên siyasete xitimîne û got: "Birêz Ocalan 18 sal in, di nava tecrîdeke giran de ye. Dema ku tecrîd sivik dibe û Ocalan dikeve dewrê Tirkiye digihijê aramî û xweşiyê. Em li Tirkiyeyê dinêrin hemû rêyên siyasetê xitimîne, hevserokên partiyan di girtîgehê de ne, 12 parlamenterên HDP'ê û bi hezaran siyasetmedar di girtîgêh de ne. Her wiha dîsa li ser zêdetirî 100 şaredariyê qeyûm hatin tayînkirin û kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin xistine girtîgehê. Em ji demên borî dizanîn di demên wiha de dema Ocalan bikeve dewrê wê rêyên xitimîne dîsa vebin û Tirkiye bigihêje aramiyê. Aramî û aştiya Tirkiyeyê birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê divê demildest tecrîda girankirî li ser Ocalan rabe û birêz Ocalan bikeve dewrê."