BI DÎMEN

Hetîketiya 5 salan a Koalîsyona Sûrî û ENKS'ê

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Bilind a Konseya Şoreşê ya Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) parêzer Fadil Mûhammed Selîm qala hetîketiya KNS û ENKS ên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, kir, ku çawa li dijî Şoreşa Rojava dixebitin.

Fadil Mûhammed Selîm ji 14'ê Adara 2011'an dema destpêkirina serhildana Sûriye û vir ve di nava aktîvîteyan de cih girt. Yek ji endamên damezrîner ên KNS'ê bû, li Tûnisê di nava komîteya amadekar a kongreya destpêkê de cih girt. Piştî kongreyê, bû berpirsyarê komîteya têkiliyên derve û çapemeniyê ya KNS'ê. Berdevkiy fermî ji Meclîsa Bilind a Konseya Şoreşê re kir. Di sala 2013'an de piştî ku Robert Ford got, "Hûn ji şoreşê re ne amade ne, hêza we ya rêvebirina Sûriyeyê nîne" veqetiya û vegeriya mala xwe ya li Şeddadê. Ji aliyê DAIŞ'ê ve hat girtin. Piştî ku Şeddadê ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin, DAIŞ'ê ew bir Mergede. Piştre bi rêya hevsera xwe ragihand ku ew ê bireve û xwe li YPG'ê bigire. Li dû çar mehan jî ji nava DAIŞ'ê erviya û xwe li YPG'ê girt.

Fadil Mûhammed Selîm qala damezrandina Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê û hewldanên Fûat Alîko, Îbrahîm Biro, A. Hekîm Beşar û endamên din ên qaşo Bloka Kurd ên li dijî PYD û YPG'ê kir.

Selîm anî ziman, ku ew parêzer e, di Yekîtiya Baroyan a Hesekê de dixebitî û ji destpêka şoreşê ve li Sûriyeyê wî cihê xwe di nava rêxistinên şoreşger de girt. Selîm got, "Li Hesekê, min xwepêşandana destpêkê ya li dijî rejîmê organîze kir. Ji aliyê îstîxbaratê ve hatim girtin û îşkenceyên giran li min kirin. Weke nûnerê wîlyaeta Hesekê ya Meclîsa bilind a Konseya Şoreşê hatim wezîfedarkirin. Piştî ku Mişel Temo hat kuştin, ez tirsiyam. Ji wîlayeta Hesekê derketim, piştre jî ji Sûriyeyê derketim. Di destpêkê de çûm Urdunê. Wezîfeya min a di nava Meclîsa Bilind a Konseya Şoreşê de hat zêdekirin. Ji bo Berdevkiya Fermî ya Meclîsa Bilind a Konseya Şoreşê hatim wezîfedarkirin."

Selîm anî ziman, Meclîsa Neteweyî ya Sûriyeyê ji gelek blok û derdoran pêk tê û ji van herî mezin jî Biratiya Misilman e ku xwe dispêre Tirkiyeyê.

Di dewama axaftina xwe de Selîm anî ziman, ku piştî 9 mehan ew ji Urdunê derbasî Stenbolê bûn û got, "Ji ber ku li Stenbolê destek ji me re dihat dayîn. Em bi eleqeyeke mezin ji aliyê Biratiya Misilman ve hatin pêşwazîkirin."

Selîm ragihand, ku piştî avakirina Meclîsê wan berê xwe dan Tûnisê û wan kongreya destpêkê ya Meclîsa Neteweyî ya Sûriyeyê li Tûnisê bi pêşengiya DYA, Tirkiye û Tûnisê pêk anî. Selîm got, "Ji nava welatên Ereb Qatar, Erebîstana Siûdî, Tûnisê destek didan me. Ji DYA, Fransa, Îngilîstan û Norwêcê jî destekê dewam dikin."

Fadil Mûhammed Selîm diyar kir, wan Tirkiye weke welatê destekê dide Şoreşa Sûriyeyê didîtin û got, "Ji nava Tirkiyeyê jî destek ji me re dihat. Ji Tirkiyeyê piştgirî dida Biratiya Misilman ku di nava meclîsê de yên herî zêde ew bûn. Xwedî rolên herî girîng û mezin bûn. Lewma di navbera Tirkiye û wan de koordîneyeke baş hebû. Di nava Meclîsa Neteweyî ya Sûriyeê de roleke xurt a Tirkiyeyê hebû. Piştî ku Meclîs hat avakirin û ragihandin, endamên wê hatin eşkerekirin. Yek ji wan jî ez bûm. Di beşa çapemeniyê de hatim wezîfedarkirin.

'DAXWAZA TIRKIYEYÊ YA JI BO HERÊMA EWLE, LI SER PÊŞNIYARA KURDÊN LI NAVA KOALÎSYONÊ KET ROJEVÊ'

Li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan Selîm anî ziman, Tirkiyeyê her tim dixwest vîna Kurdan ji wan bigire û nehêle bibe xwedî hêz. Selîm got, "Di hemû daxuyaniyên xwe de ragihandand, ku Kurd dixwazin dewletê ava bikin, dixwazin Sûriyeyê parçe bikin. Tirsa wan gelekî mezin bû. Ji Efrîn, Kobanê, Şêx Meqsûd wêdedir hewl didan rewşa Kurdan di ser Hesekê re bişopînin. Dek û dolab digerandin. Li gel van tirsên Tirkiyeyê, li ser pêşniyara Koma Kurd a li nava meclîsê, daxwaz hat kirin ku herêmeke ewle bê avakirin. Dirêjahiya herêma ewle wê seranserê sînor û kûrahiya wê jî 40 kîlometre bûya. Ev herêma ewle wê ji balafirên rejîmê bihata qedexekirin."

Selîm destnîşan kir, ku Tirkiyeyê dixwest bi rêya endamên ENKS'ê valahiya siyasî ya rejîmê dagire û wiha dewam kir: "Nedixwest PYD li vir bi bandor be. Hewl dida pêşî li vê bigire. Digotin ku ew nûnerên siyasî û leşkerî yên Kurdan e. Digotin, PYD ji aliyê leşkerî ve xurt e û zextê li xebatên wan ên meclîsê dike. Danîn ziman ku ji ber vê yekê neçar mane derkevin derveyî welat.

'DAXWAZA BINGEHÎN A ENKS'Ê DERVEHIŞTINA PYD'Ê BÛ'

Di Kongreya Hesekê de hin daxwazên koma Kurd hatin kirin. Koma Kurd ji rêxistinên oreşger û KNS'ê dixwest, ti pêwîstiyê ji PYD'ê nexwazin. Daxwaza wan a bingehîn ew bû ku PYD ji nedîtî ve were û weke nûnerê gel neyê dîtin. Her wiha ji bo ji aliyê siyasî ve karibin li pêşberî PYD'ê bisekine, daxwaza destekeke mezin dikirin. Ji ber ku ji aliyê leşkerî ve ti hêza xwe tine bû."

Li ser daxwazên ENKS'ê ji wan Selîm wiha axivî: "Şexsên bi navê Ebdulhekîm Beşar, Îbrahîm Biro, Ebdulbasît Seyda, Fûat Alîko, wê weke nûnerên Kurdan bihatina dîtin û bi van re her tişt bihata nîqaşkirin. PYD wê bi ti awayî nehata dîtin û ji her alî ve desteka madî ji wan re bihata dayîn. Bi vî rengî, di serî de Qamşlo û Hesekê wê li bajaran hilbijartin bihata kirin. Li gorî hesabê wan, wê ji sedî 80 ê Kurdan deng bida wan, ji sedî 20 jî bida PYD'ê. Daxwaza wan a bingehîn ew bû ku dixwestin weke nûnerê Kurdan bên dîtin."

Selîm ragihand, kongreya destpêkê ya wîlayeta Hesekê, li Rihayê pêk hat û got, "Di vê kongreyê de nûnerên bloka Kurd hebûn. Di dema pêkhatina kongreyê de di navbera Artêşa Azad û PYD'ê de li Serêkaniyê hin pirsgirêk hebûn. Piraniya endamên bloka Kurd di wê demê de dixwestin destek ji Artêşa Azad re were dayîn û pêşî li desteka ji bo PYD'ê were girtin. Wekî din dixwestin DYA zextê li rejîmê û PYD'ê bike û ji herêmê derxîne."

'GOTIN KU WAN LI DIJÎ PYD'Ê ARTÊŞEK AVA KIRINE Û PIŞTGIRÎ XWESTIN'

Fadil Mûhammed Selîm anî ziman, ku kongreya wan a duyemîn li Stenbolê pêk hat û ev koma bi navê 'Koma Kurd' jî lê amade bû. Selîm bi berdewamî got, "Di vê kongreyê de gotin ku wan artêşek ava kirine. Gotin ku artêşa wan wê li dijî PYD'ê şer bike. Ji vê artêşa xwe jî destek ji kongreyê xwestin. Ji bo komên wan ên leşkerî bi rastî jî destekeke girîng hat dayîn. 

DI NAVBERA DEWLETA TIRK, BIRATIYA MISILMAN Û 'KOMA KURD' DE TIFAQEKE MEZIN HEBÛ

Nûnerên dewleta Tirk bi xurtî tevlî vê kongreyê bûn. Beriya kongreyê hemû amadekarî dikirin. Daxwazên vê koma bi navê Kurd tevlî dibû, ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin diyarkirin. Di navbera dewleta Tirk, Biratiya Misilman û vê komê de tifaqeke gelekî mezin hebû. Daxwazên van her sê hêzan di kongreyê de dikirin, hema bêjin weke hev bûn.

Selîm ragihand, dema li Serêkaniyê di navbera  YPG, Artêşa Azad û El Nûsra de şer diqewimî, deriyê sînor ê Serêkaniyê heta dawiyê ji Artêşa Azad û Eniya El Nûsra re vekirî bû û got "Dewleta Tirk alîkariya ambûlans, wesayît, lojîstîk û cebilxaneyê dida Artêşa Azad û Nûsra. Di deriyê sînor re debasî Tirkiyeyê dibûn û cebilxane peyda dikirin û li dijî YPG'ê şer dikirin. Ez hingî li deriyê sînor ê Serêkaniyê bûm, lê derbasî nava axa Tirkiyeyê nebûm. Min bi çavên xwe dît bê alîkariyeke çawa ji Artêşa Azad re dihat kirin. Ev alîkarî ji bo pêşî li rizgarkirina Serêkaniyê ji aliyê YPG'ê ve bê girtin bû. 

'DI NAVA HÊZÊN ÊRÎŞÎ SERÊKANIYÊ KIRIN DE KOMÊN KURD JÎ HEBÛN'

Di nava hêzên li Serêkaniyê li dijî YPG'ê şer dikirin de, komên çekdar ên Kurd jî hebûn. Van koman daxwazên xwe pêşkêşî meclîsa wîlayeta Heseke dikirin û meclîs jî dibû bersiv ji daxwaza wan a ji bo çekan. Di nava vê komê de hin navên dihatin naskirin hebûn. Ev kes jî; Fûad Elîko, Ebdulhekîm Beşar, Îbrahîm Biro û Ebdulhemîn Hecî Derwêş bûn. Ev yekser bi Barzanî ve girêdayî bûn. Li Tirkiyeyê, yanî li Stenbolê vana li ser navê Kurdan biryar didan. Li dijî PYD'ê polîtîkayeke dijwar a reşkirinê dikirin, dijminatî li PYD'ê dikirin.

DI NAVBERA HÊZÊN SÎNOR ÊN TIRKIYEYÊ Û VÊ 'KOMA KURD' DE KOORDÎNEYEKE XURT HEBÛ

Di navbera hêzên li ser sînor ên Tirkiyeyê û vê komê de koordîneyeke xurt hebû. Wan gelek civîn lidar dixistin, lê em nikarîbûn tevlî wan civînan bibin. Gelek Kurdên bi wîlayeta Hesekê û meclîsa neteweyî ve ne girêdayî bûn, alîkarî ji dewleta Tirk digirtin. Em di nava van de nebûn, lê belê dema ji derve lê dihat temaşekirin, her tişt dihat dîtin."