Herêmên Parastinê yên Medyayê 34 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker 34 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Artêşa Tirk a dagirker 34 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;
22 û 23'ê Adarê li Garê qadên Deşta Kafya û Girê Zengilê, li Xakurkê jî Qada Şehîd Şerîf 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
23'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê û li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 27 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."