Hemîd: Tê xwestin ku tifaqa DYA’yê û QSD’ê biceribînin

Pisporê Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd têkildarî plansaziya êrîşê ya bi ser Efrînê de axivî û got, hedefa Tirkiyê ew e ku Kurdan û ya Rûsyayê jî ew e ku DYA’yê ceza bike. Hemîd got, "Di heman demê de dixwazin tifaqa DYA’yê û QSD’ê biceribînin."

Pisporê lêkolîna siyasetê yê Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd têkildarî gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de axivî û got, di êrîşeke pêkan de armanca Tirkiyê ew e ku Kurdan û ya Rûsyayê jî ew e ku DYA’yê ceza bike. Pisporê Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd ê ji Başûrê Kurdistanê derbarê planên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de û rewşên pêkan ji ANF’ê re axivî.

OCALAN HIŞYARÎ DABÛ

Hemîd got beriya niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Efrînê hişyariyên xwe kiribûn û wiha bi nav de çû: ‘’Li ser Kantona Efrînê gefa hêzên navdewletî heye. Abdulalh Ocalan beriya niha dema ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan û şandeya HDP’ê re axivî bal kişandibû gefên li ser Efrînê. Birêz Ocalan gotibû divê Efrîn giringiyê bide parastinê û di vê mijarê de hişyariyên xwe dabûn.’’

Hemîd got dema ku dewleta Tirk û DAIŞ’ê 2014’an Kobanê ji xwe re kirin hedef bûye mijara meraqê bê ka çima Kobanê hilbijartine wiha û dom kir: ‘’AKP û çeteyên DAIŞ’ê nîvê sala 2014’an ji bo dagirkirinê Kobanê dabûne ber xwe. Wê demê hatibû meraqkirin bê ka çima li şûna Efrînê Kobanê hatibû hilbijartin. Sedema wê jî ew bû ku cografyaya Efrînê ji ya Kobanê asêtir bû. Wan di dilê xwe re biribû ku Kobanê pariyê rehet e. Lê Kobanê bi berxwedana dîrokî ev êrîş şikandin. Kir ku Rojava li Sûriyê, herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê were naskirin. Niha jî paytexta DAIŞ’ê û AKP’ê li Reqayê ketiye xelekê. Ev xelek fêkiya berxwedana Kobanê ye Bi ser de ya ku Bexda jî parast Kobanê bû. Bi vî rengî Kobanê bû paytexta mirovahiyê.’’

TIRKIYE LI SÛRIYÊ LI PEY SERWERIYÊ YE

Hemîd diyar kir her ku li Reqa dor li DAIŞ’ê tê tengkirin bêhna AKP’ê diçike û got, pêdiviya dewleta Tirk bi serketineke leşkerî heye. Hemîd diyar kir ku armanca êrîşan ew e ku Kurdan bê statû bihêlin û li Sûriyê serweriya xwe deynin û wiha dom kir: ‘’Dewleta Tirk hem li hundir û li derve tengav bûye. Li Reqa her ku xelek li çeteyên DAIŞ’ê tê tengkirin bêhna Tirkiyê diçike. Ji bo vê jî pêdivî bi serketine leşkerî dibîne. Ji bo ku li qada Sûriyê di nav hevsengan de bimîne wiha dike. Ji bo vê jî, ji bo vê planê cihê herî nêz Efrîn e. Erdogan li Rojava û Bakurê Sûriyê xeleka herî qels Efrînê dibîne. Dibêje li wir dikarin pêşî li statûya Kurdan were girtin. Bi vî rengî jî dixwaze li Sûriyê bibe serwer.’’

ARMANCÊN ÊRÎŞÊ

Niyaz Hemîd bi palan êrîşa li ser Efrînê armanc wiha rêzkirin:

1-Ji hêla siyasî ve ji bo ku Rûsya, Îran û rejîm bi hev re planekê deynin şer guncan xuya dikin. Ev ji çareseriya xeta sêyemîn ditirsin.

2-Rûsya, Îran û rejîma Esad dixwazin destketiyên Kurd ku pêşengiyê ji gelên Sûriyê re dikin, bêkêr bikin.

3-Êrîşa bi ser Efrînê de êrîşa bi ser xeta sêyemîn, konfederalîzma demokratîk e.

4- A girîngtir jî bi êrîşa bi ser Efrînê de vîna DYA’ye û koalîsyona bi pêşengiya wê ya di şerê dijî DAIŞ’ê, parastina sivîlan û tifaqa wan bi QSD’ê re dixwazin biceribînin.

5-Tirkiye dixwaze modêla Cerablûsê li Efrînê dubare bike. Di ber vê de jê wê destûrê bide ku komên terorîst ên li Idlîb û deverên dî tine bikin. Çawa ku di ber Babê de Heleb hatibe firotin, dixwazin heman lîstikê di ber Efrînê de li Idlîbê jî biceribînin.

6-Rûsya Tirkiyê bi ser Efrînê de dajo da ku DYA’ê di qada Sûriyê de ceza bike.

7-Îran jî bi vê rêyê dixwaze tifaqa QSD û DYA’yê bişikîne û operasyona bi ser Dêra Zorê de asteng bike. Dixwaze nîv xeleka Şiî biparêze.

8- Xaleke dî jî ew e ku ji bo ku piştî krîza Kendavê hêzên girêdayî Siûdî li Idlîbê werin qelskirin an jî tinekirin, berjewendiyên Tirkiyê, Qeterê, Îran û Rûsyayê li hev tên. Ango dixwazin li Efrînê bi cih bibin û Idlîbê tasfiye bikin. Lê ya ku nayê zanîn ew e ku Tirkiye, Îran û Rûsya li qadê wê rastî tiştekî çawa werin. A ku wê vê diyar bike vîn, baweriya bi guherîna demokratîk, hurmeta ji vîna gel re, pirengî û berxwedana hêzê leşkerî, hêza çekê, cografya û hêlên li derveyî cografyayê ne. Efrîn xwedî van hemû taybetmendiyan e.

EFRÎN NE PARIYÊ HÊSAN E

Hemîd diyar kir berevajî ya ku tê hesabkirin Efrîn ne pariyê hêsan e, li gel berbelavbûna şer a li cografyayeke berfireh, Efrîn xwedî wê potansiyelê ye ku dikare hemû hesaban li bin guhê hev bixe û wiha domand: "Gelek derfetên ku li Kobanê nebûn li Efrînê hene. Efrîn ku 350 gund bi ser ve ye, hema bibêje bi qasî çarîkek Lubnanê ye. Hêza ku Efrîn ji xwe re kiribe armanc windabûnên mezin daye ber çavan. Li gorî plansaziyê wiha xuya dike ku peywira ku dane terorîstên Tirkiyê û Qeterê  ew e ku êrîş bi ser de bidin, hêzên Îranê jî hêzên YPG’ê mijûl bikin, Rûsya jî koordîne bike."

OPERASYONA REQA ASTENG DIKIN

Hemîd Niyaz got yek ji hedefa êrîşan ew e ku dixwazin operasyona Reqa asteng bikni û got: "Ya ku herî pir tê meraqkirin rola DYA’yê ye. Ev êrîş beriya her tiştî operasyona Reqayê ji xwe re dikine armanc. Êrîşa bi ser Efrînê de wê operasyona Reqa heta bi radayeke mezin bixe talokeyê. Ez dibêjim fermandarên YPG-YPJ’ê û rêveberiya Rojava ev ji DYA’yê re ragihandine û DYA jî hay ji her tiştî heye."