BI DÎMEN

Hemadî: Em cejna serketinê bi hev re pîroz bikin

Hevseroka Tevgera Azadiyê ya herêma Kerkûkê Rihan Hemadî bang li gelê Kerkûkê kir, ku li hev bicivin û agirê serketinê pêxin.

Hevseroka Tevgera Azadiyê ya herêma Kerkûkê Rihan Hemadî, der barê Newroza sala 2017’an ya Kerkûkê de, ji ajansa me re axivî û ji bo şahiya li Seyrangeha Şîwasorê were lidarxistin bang kir.

Hemadî di destpêka axaftina xwe de li ser navê Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê cejna Newrozê li hemû malbatên şehîdan û gelên herêmê pîroz kir.

Hemadî diyar kir, ew ê ji bo pîrozkirina cejna Newrozê sibê saet di 13:00 de li Seyrangeha Şîwasorê pîrozbahiyekê lidar bixin û bang li hemû pêkhateyên Kerkûkê kir, ku agirê serketinê bi hev re pê bixin û cejnê pîroz bikin.