HDP û partiyên Kurd: Em li ber dagirkeriyê rabin

HDP û partiyên din ên Kurd diyar kirin ku êrîşên artêşa Tirk di asta dagirkeriyê de ne û bang li sazî û raya giştî ya navneteweyî kirin.

HDP'ê û partiyên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û gefên êrîşê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên xwarin li Amedê bi rengekî hevpar daxuyaniyek eşkere kirin.

Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Ozan Kardaş ê ji TKDP'ê ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dagirkeriya Îran û Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê û Rojava berfirehtir û kûrtir dibe. Bi taybetî operasyonên Artêşa Tirk (TSK) yên ji sala 1980’î vir de yên bi hêceta û sedemên ewlehiyê ku tu pêywendiya van operasyonan bi ewlehiyê re tune ne û ev operasyon pirsgirêka Kurd kûrtir dikin. Ji avabûna komara Tirkiyeyê heta niha pirsgirêka Kurd bi siyaseta ewlehiyê çareser nebûye û çareser jî nabe.

Ev demeke dirêj e artêşa Tirk li qadên di bin desthilatdariya Heremê Kurdistanê de ne operasyonên leşkerî yên derhiqûqa navneteweyî çêdike. Tirkiye û Îranê bi van operasyonên xwe yên bi salan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin, ji ber ku ditirsin Kurd bibin dewlet. Mafê miletê Kurd wek hemû miletên din statûya xwe ya siyasî li gor daxwaza xwa pêk bîne. Tişta eşkere ev e ku derdê Tirkiyeyê ne ewlehiya sînor an jî qada ewlehiyê ye;. Heke wisa bûya ji pêşniyara dewriyeya hevbeş ya li ser sînor re wê bigotana Belê. Ji xwe Tirkiye endamê NATO’yê ye û parastina ewlehiya sînorên wê di berpirsyariya NATO’yê de ye jî. Lewma pirsgirêka ewlehiya sînoran li Tirkiyeyê nîn e.

Tirkiye li ser xeta Efrîn-Qamişlo-Şingalê hesabên dagirkeriya mayînde dike. Operasyonên tên kirin ne tenê operasyonên leşkerî ne, rasterast dagirkeriye ye. Plansazî, komkirina leşkeran li ser sînor û dersînor avakirina qereqol û pratîka Efrîn-Şehba-Xakûrkê nîşaneyên dagirkeriya mayînde ne. Îran jî heman pratîkê li Herêma Kurdistanê û Rojava bi pêş dixe. Niştecihên wargeha Mexmûrê ya di bin çavdêriya neteweyên yekbûyî de (UNHCR) di bin fişar û çavdêriya van hêzan de ne.

Em wek partî û rêxistinên li ser van xalên li jêr lihevkirî radigihînin ku;

1) Em dagirkeriya dewleta Tirk û dewleta Îranê ya li Heremê Kurdistan û Rojava şermezar dikin. Divê dawî li vê dagirkeriyê bê anîn û leşker bên vekişandin. Şer û dagirkerî ne çareserî ye. Em bang li van hêzan dikin. Pirsgirêkan di zemîneke aştiyane û demokratîk de bi muxatabên Kurdistanî re çareser bikin. Dev ji rê û rêbazên hatine ceribandin û encam jê nehatine standin berdin. Em bang dikin ku bila hemû hêzên Kurdistanî di vê mijarê de hestîyar bin û alîkarê sepandina mafên desthilatdarî yên Herêma Kurdistana azad bin. Alîkarê bicihanîna ewlehiya hemwelatiyan û parastina xaka welat bin.

2) Di serî de em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (UN), NATO, Konseya Ewropayê (CE), Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (EU) û rêxistinên navneteweyî dikin ku yên dixwazin axa Herêma Kurdistan û Rojava dagir bikin, hişyar bikin. Bila bidin zanîn ku pirsgirêkên heyî tenê bi rêyên aştiyane û demokratîk dikarin bên çareserkirin. Bi vî awayî ji wan hêzan daxwaziya alîkariyê dikin.

3) Em ji gelên Tirkiyeyê, Îranê, ji gelên herêmê, kesên demokrat û ji raya giştî daxwaz dikin ku li hemberî van hewlên dagirkeriyê re bibêjin NA; ji şer û dagirkeriyê re NA!;

4) Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwedî li destketiyên her çar perçeyên Kurdistanê derkevin. Li hemberî pirsgirêkan dev ji berjewendiyên hizbî berdin û dest biavêjin berjewendiyên Kurdistanî. Heke em bi çaveke Kurdistanî xwedî li destketiyên her çar perçeyên Kurdistanê dernekevin, em hemû wê bin bikevin. Roj roja xwedî li derketina destketiyên her çar perçeyên Kurdistanê ye. Roj ew roj e ji destketiyên her çar perçeyên Kurdistanê re bibêjin;YÊN ME NE.

5) Daxwaza me ji çapemeniya Kurd e; di vê pêvajoya hestiyar de dev ji geşkirina pirsgirêkên hizbî yên partiyên Kurdistanî berdin. Li hemberî gefên yan qada ewlehiyê yan jî wek Moxolan em ê agir berdin her deverê bi hişmendiyeke Kurdistanî xwedî li destketiyên Kurdistanê derkevin. Çapemeniya Kurdî divê hewla piçûkkirina pirsgirêkan bide, ne mezintirkirina wan.

6) Di 5. Salvegera Komkujiya (Genocide) Êzidiyên Şingalê de biryara Parlamentoya Kurdistanê ya bi yek dengî roja 3’yê Tebaxê wek roja Qirkirina Êzidiyan pejirandî watedar dibînin û silav dikin."

Hareketa Azadî,

Partîya Heremên Demokratîk (DBP)

Şoresgerên Demoqrat (DDKD)

Kongreya Civaka Demokratîk (DTK/KCD)

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)

Partîya İnsan û Azadî (PİA)

Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP)

Platforma Demokratên Kurd (PDK)

Partîya Azadî

Partîya Demokratê Kurdistan – Tirkîye (PDK-T)