HDP’ê Peymana Bajar bi rêxistinên civaka sivîl re belav kir

Namzetên hevşaredariya HDP’ê Peyama Bajar bi rêveberên rêxistinên civaka sivîl belav kir.

Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik, Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Baglarê Zubeyde Zumrut, Namzetê Hevşaredariya HDP’ê yê Peyasê Necatî Pîrînççîoglu di çaremîn “Hevdîtina Ked, Demokrasî û Edaletê” de bi rêveber û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê re civiyan.

Civîn li Otela Lîvê pêk hat. Serokê Odeya Pîşesazî û Bazarganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Odeya Muteahîtan a Amedê Celalettîn Bîrtane, Odeya Senetkar û Esnafên Amedê (DESOP), DOGUNKAD, Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), sendîkayên mîna Egîtim-Sen û SES’ê û gelek nûner û rêveberên komele û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Destpêkê Selçûk Mizrakli axivî û diyar kir ku di çarçoveya vê civînê de ev bû cara çaremîn dicivin û got: “Di civînên me yên berê de me li ser pirsgirêkên bajêr gotûbêj kir. Me wek Peymana Bajêr vê mijarê amade kir. Me di civînên berê de li ser taslaka peymanê hin tiştan bi cih kiribû û me niha berfirehtir kir. Ev hêviya bajarê me ye. Em ê bi nûnerên hêja re bajarê xwe bigîhînin siberojek bi hêvîtir û geştir. Bi piştevaniya we saziyên hêja em ê bajarê xwe bi rê ve bibin û xebatên xwe bikin.”

Peymana Bajar a hat amadekirin bi raya giştî re hat parvekirin. Peymana Bajar a bi sernavê “Em dixwazin li bajarek çawa bijîn û ji rêveberiya bajar bendewariyên me” ji van sernavan pêk tê:

1. Rêveberiya beşdar

2. Têkoşîna li dijî cudakarî û şîddetê re

3. Feraseta rêveberiyeke dirûst, zelal û dikaribe hesab bide

4. Wekheviya zayendiya civakî

5. Belavkirina rantê na, ji bo gel xizmetên şaredariyê

6. Xwegihandina derfetên bajêr

7. Beşdariya ciwanan a rêveberiya bajêr

8. Têkoşîna bi feqîriyê re û pêşketina her tim bidome

9. Bajarek bêastengî

10. Parastina hebûna bajêr

11. Parastina hilberîna herêmî û pêşxistinê û ber bi bajarek ekolojîk ve

12. Dahatûya bajêr”