Hate destgîrkirin, 25 sal e winda ye!

Li Amedê Xizmên Winda û ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Abdurrahman Demîr ê berî 25 salan hate destgîrkirin û piştre qet agahî jê nehate girtin pirsîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovana (ÎHD) a Şaxê Amedê çalakiya xwe ya hefteya 597’an pêk an. Di vê hefteyê de aqûbeta Abdurrahman Demîr ê 17’ê Tebaxa 1995’an li Nuqteya Kontrolê ya Jendermeyan a Şavelat a li ser rêya Wêranşar-Qoserê hate destgîrkirin û şûnde carekî din agahî jê nehate girtin, pirsîn.

Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yûnûf Erdogan serpêhat Demîr wiha vegot:

“Abdurrahman Demîr ê 22 salî li navçeya Omerlî ya Mêrdînê dijiya. 17’ê Tebaxa 1995’an ji bo biçe serdana xizmên xwe yên li Edenê dijiyan kete ser rê. li nûqteya qereqola Jendermeyan a Şavelat a li ser rêya Wêranşar-Qoserê ji otobûsê anîn xwar û destgîrkirin. Şahidên bûyerê anîn ziman ku Demîr birin Qereqola Jendermeyan a Şavelatê. Di saetên şevê de jî erkdarekî qereqolê bi rêya telefonê li dayîka Demîr Kadriye Demîr digere û dibêje; ‘Kurê we Abdurrahman li Qereqola Jendermeyan a Şavelatê ye werin bibin.

Dayika bi temen dibêje; ‘Tu kesê min tine, ez nikarim bêm; kurê min berdin xwendin û nivîsîna wî heye wê bi xwe bê.’ Dayika Kadriye Demîr ku wisa fam dike ku Abdurrahman berdan e, dema piştî 2 rojan li xizmên xwe yên li Edenê bi rêya telefonê digere, nû dizane ku neçûye Edeneyê. Dayika Kadriye wêneyek kurê xwe digire û diçe Qereqola Sûkê ya li navendê. Erkdar bê ku agahî bidinê, diyar dikin ku vegere mala xwe. Xizmên Abdurrahman piştî 4 rojan diçin Qereqola Şavelatê. Erkdarên qereqolê ji bo xizmên Demîr dibêjin; ‘Me kesekî wiha negirtiye. Kesekî wiha li ba me tine.’ Piştre jî malbata Abdurrahman serî li saziyên fermî da, lê encam negirt.

Malbata Demîr 24’ê Sibata 1995’an serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da. ÎHD ji bo tiştek ji Demîr bizanin serî li hemû rêyên hiqûqî da, lê ti encamek nehate bidestxistin. Tevî ku 25 sal derbas bûn hê jî tiştek ji aqûbeta Demîr nehatiye girtin.”