Hamîd: Dagirkirina Îdlîbê planeke li dijî Bakurê Sûriyeyê ye

Pisporê Siyaset û Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyazî Hamîd têkildarî dagirkirina Îdlîbê ya ji aliyê Tirkiyeyê got ku dixwazin senaryoya ji bo Cerablûsê ji bo Îdlîbê jî pêk bînin.

Pisporê Siyaset û Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyazî Hamîd têkildarî dagirkirina Îdlîbê ya ji aliyê Tirkiyeyê got ku dixwazin senaryoya ji bo Cerablûsê ji bo Îdlîbê jî pêk bînin. Hamîd diyar kir ku referandûma li Başûrê Kurdistanê jî zemînekî xurt pêşkêşî vê planê kiriye. Hamîd got ku, “Ev dagirkerî li dijî plana DYA’yê ya li herêmê ye. DYA wê ji ber vê dagirkeriyê zextên xwe yên li ser Tirkiye û Îranê zêdetir bike.”

‘SENARYOYA CERABLÛSÊ TÊ DUBAREKIRIN’

Hamîd ji ajansa me re ev tişt da diyarkirin:

"Li Cerablûsê qeymeqamekî Tirk niha li ser peywirê ye. Ev der êdî bû wekî bajarekî Tirkiyeyê. Polîsên ku Tirkiyeyê ew perwerde kirine, niha li ser peywirê ne.

Di 26’ê Tebaxa 2016’an de dema ku Komên Artêşa Sûriyeyê ya Azad ketin bi pêşengiya Tirkiyeyê ketin Cerablûsê, DAIŞ’ê kincên Artêşa Azad a Sûriyeyê li xwe kirin û di nava çend saetan de bajar teslîm kirin. Hemû endamên DAIŞ’ê yên li wê derê bûn endamên Mertala Firatê. Ev veguherîn li pêş çavê cîhanê pêk hat.

Di rojnameya Cûmhûriyetê de derketibû holê ku Erdogan bi tiran çek ji Cephet El Nûsra re dişand û belgeyên bi mor ên vê şandinê jî hatibû eşkerekirin. Ji sala 2012’an û vir ve Cephet El Nûsra di lîsteya rêxistinên terorî de ye lê ligel vî tiştî jî Tirkiyeyê têkiliyên xwe yên bi Nûsrayê re bi awayekî zelal domand. Senaryoya li Cerablûsê niha jî li Îdlîbê tê dubarekirin."

'PLANA TIRKIYE, ÎRAN, RÛSYA Û SÛRIYEYÊ..'

Hamîd di dûmahîka axaftina xwe de ev tişt diyar kir:

"Bi peymana ku di navbera Îran û Rûsyayê re dixwazin Tirkiyeyê bêtir têxin nav Sûriyeyê. Di demeke nêzik de Pûtîn hat serdana Tirkiyeyê, Erdogan çû serdana Îranê. Bi van serdan û civînan re zemîna dagirkirina Îdlîbê amade kirin. Peywir dane Tirkiyeyê ku Cephet El Nusra ango Koma Heyet Tahrîr Şam tevlî civîna Astanayê bike. Bi vî tiştî re komên ku teslîmî Rûsyayê nebûne, wê nemîne. Rûsya wê piştre van koman bi awayên cihê û li herêmên cihê bi kar bîne. Erdogan soz û mîsogeriya vî tiştî daye Pûtîn."

Hamîd diyar kir ku tifaqa Tirkiyeyê ya bi Îranê re têkiliya wê bi pêşveçûnên li Başûrê Kurdistanê û statuya Rojava heye û got, "Projeya Bakurê Sûriyeyê wekî projeya DYA’yê nîşan didin û li ser vî tiştî tifaqê dikin."

Hamîd axafina xwe wisa domand:

"Rûsya û rejîma Sûriyeyê, ji bo hin cihên li rojavayê Îdlibê ji Nûsra û komên din bên paqijkirin, li pêşberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Îdlibê bêdeng in. Karê xwe bi artêşa Tirk didin kirin. Her ku ev herêm hate paqijkirin, wê artêşa Sûriyeyê ya jî komên ser bi rejîma Sûriyeyê ve lê bên bicihkirin. Rûsya, ji bo ewlekariya baregeha Himîmîmê, ku li başûrê Îdlibê û li bakurê Hamayê ye, ev plan danî ber Tirkiyeyê.

Li gorî vê planê, mucahîrên li derdora Îdlibê, gelek komên bi navê Partiya Îslamê ya Turkîstanê tevdigerin û hin hêzên li nava Nûsrayê yên bi wan re li hev kirine, wê ji vê herêmê bên derxistin û li herêmên çiyayî yên Îdlibê werin bicihkirin. Ev komên li herêmên çiyayî werin bicihkirin, wê piştre ji bo armancên cuda bên bikaranîn."

'DIXWAZIN DORÊ LI EFRÎNÊ BIGIRIN'

Hamîd diyar kir, ku plana artêşa Tirk dixwaze bi hevalbendê xwe Nûsra bi cih bîne, plana Rûsya, Îran û rejîma Baasê ya Sûriyeyê ye û got, "Bi rêya vê planê dixwazin dorê li Efrînê bigirin. Li gel vê yekê, Tirkiye dixwaze bi rêya vê planê deriyê sînor ê Bab El Hava yanî Cîlvegozu û deriyê sînor ê Bab El Selamî yanî Oncupinar ê li Ezazê bigihîne hev. Di rewşeke bi vî rengî de, ya wê Efrîn bê dagirkirin ya jî ji çar aliyan ve dor lê bê girtin. Tirkiye bi vê planê, li dijî DYA dikeve nava şerekî. Hedef jî Kurd in. Di ser Kurdan wê li dijî DYA şer bike. Hewl dide projeya Bakurê Sûriyeyê weke projeyeke DYA nîşan bide û vê plana xwe bi cih bîne."

'REFERANDÛMÊ BINGEH JI PLANÊ RE AMADE KIR'

Hamîd destnîşan kir, ku referandûma li Başûrê Kurdistanê pêk hat, kir ku Îran û Tirkiye tifaqê bike û li dijî Efrînê planeke bi vî rengî amade bikin. Hamîd got, "PDK weke parçeyekî AKP'ê tevgeriya û ji bo Tirkiye bi Îranê re li dijî Rojava plan û tifaqê bike, zemîn amade kir."

HESABÊN RÛSYAYÊ ÇI NE?

Hamîd got, Rûsyayê ji ber du sedeman rê daye Tirkiyeyê ku bikeve nava Îdlibê û wiha dewam kir: "Ya yekemîn; ji bo projeya Bakurê Sûriyeyê bi cih neyê, destûr da. Ji xwe Tirkiye ji destpêkê ve li ber vê projeyê radibe. Di vir de hemfikir bûn. Ji bo Tirkiyeyê hê bêhtir ji DYA'yê vegire, erê kir. Ji ber ku Rûsya, Tirkiyeyê ji bo bicihanîna projeyên xwe yên li Tirkiyeyê bi kar tîne. Sedema duyemîn jî, dixwaze ku bi destê Tirkiyeyê hemû komên li herêmê û yên li derveyî kontrolê ne, bê bandor bike. Nûsra û komên ser bi wê ve, li derveyî civînên Astanayê yên navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê mabûn. Bi dagirkirina Îdlibê re wê bixwazin van koman teslîm bigirin, piştre tevlî civîna Astana 7 bikin û bi vî rengî bi xwe ve girê bidin. Wê bixwazin van koman di dema pêş de li dijî DYA û Kurdan bi kar bînin."

'DYA WÊ ZEXTA LI SER TIRKIYEYÊ GIRAN BIKE'

Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê û Pisporê Rojhilata Navîn Niyazî Hamîd diyar kir, ku destpêkirina hewldana dagirkirina Îdlibê, DYA gelekî aciz kiriye û got, "Tirkiyeyê bi vê gava avêtî, DYA gelekî aciz kiriye. Ev dagirkerî, gavek li dijî projeya DYA ya li herêmê ye. DYA wê zextên xwe yên li ser Tirkiye û Îranê girantir bike. Li gel girankirina zextên li ser Tirkiye û Îranê, ji bo berevajîkirina projeyê wê bi Rûsyayê re hevdîtinan bike û hewl bide li hev bike."