Halîse Dakali: Divê daxwazên girtiyan bi cih bêne anîn

Parêzer Dakali diyar kir, desthilatdariya ku piştgiriya gel winda kiriye, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye û ji bo bidawîkirina tecrîdê xwest, daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de ne, bi cih bên anîn.

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şaxê Amedê Halîse Dakali têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ji ANF'ê re axivî.

Dakali bal kişand ser 'Pêvajoya Çareseriyê' û diyar kir ku gelan wê demê dît ku berevajî îdîa û propagandayên xapandinê yên dewletê, Ocalan ji bo gelan, ji bo demokratîkbûna welêt tevdigere.

Parêzer Dakali got, "Pêşniyar û çareseriyên Ocalan xizmetê ji çareseriya bi rêyên aştiyane ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike. Polîtîkayên li dijî van gotinan pûç bûn û desthilatdarî piştgiriya gel ji dest da. Lewma, destpêkê pêvajoya çareseriyê hate qedandin û piştre jî tecrîd hate şidandin. Bi bicihanîna polîtîkaya tecrîda mutleq re polîtîkaya zexta giran li dijî gelên Tirkiyeyê kete dewrê. Bi rêya çavtirsandinê û polîtîkayên neteweperestiyê hewl didin piştgiriya gel a ku ji dest dane, ji nû ve bi dest bixin."

Halîse Dakali anî ziman, ku tecrîd ji aliyê xwe yê hiqûqî wêdetir divê weke teknîka desthilatdarî û rêveberiyê bê dîtin û destnîşan kir ku ev rêbaza li dijî Ocalan dest pê kir, gav bi gav li ser her beşên civakê tê ceribandin.

'LI ÎMRALIYÊ BI RÊK Û PÊK ÊŞKENCE TÊ KIRIN'

Dakali bi bîr xist ku di rapora dawî ya CPT de careke hate ragihandin, ku pêkanînên li girtîgeha Îmraliyê li dijî peymanên navneteweyî ne, divê dest ji van pêkanînan bê berdan û got, "Lê belê bersiva Tirkiyeyê ya li rapora CPT ew bû, ku ji bo astengkirinê biryarên nû da, bi vî rengî jî daxwazên malbatê, wasî û parêzeran ên ji bo hevdîtinê hemû red kirin. Daxwazên hevdîtinê yên malbatê, wasî û parêzeran ku beriya niha bi hinceta şert û mercên nebaş ên hewayê û pirsgirêkên teknîkî dihatin redkirin, dema dawî bi hinceta biryarên desteya dîsîplînê ya rêveberiya girtîgehê û dadgeiryê tên astengkirin."

Parêzer Dakali destnîşan kir ku tecrîda giran a li Girtîgeha Îmraliyê, bi rengekî eşkere binpêkirina qanûnên Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî ye û wiha dewam kir: "Bidawîkirina tecrîda mutleq ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî ye. Ocalan di her hevdîtinê de têkildarî pirsgirêka Kurd giranî daniye ser çareserî û aştiyê. Ji bo demeke kurt jî be di pêvajoya bêşer de nefes hat ber civakê. Ji bo ev nefes damîmî be, divê her kes xwedî li vê îradeya aştiyê derkeve."

'JI BO BERSIV JI DAXWAZÊN GIRTIYAN RE BÊ DAYIN DIVÊ GAVÊ PÊWÎST BÊN AVÊTIN'

Halîse Dakali bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û bi bîr xist ku mîna grevên beriya niha daxwaza bingehîn bidawîkirina bêhiqûqiyê û rakirina tecrîda mutleq a li ser Ocalan e.

Dakali got, "Pêkanînên li dijî hiqûqê û binpêkirina rûmeta mirovahiyê ya li girtîgehan, bi guheritnên nû yên qanûnî girantir bûne. Cihêkarî bi rengekî neqanûnê tê kirin, tê bicihanîn û bi guhertinên nû yên qanûnî re girtî careke din ji mafên xwe yên azadiyê bêpar tên hiştin û tên cezakirin. Di demekê de ku kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê tên ferzkirin, girtî bi biryar û guhertinên kêfî ji maf û azadiya xwe bêpar tên hiştin, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan divê weke nîşaneya azadiya îfadeyê bê dîtin ku di Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye ewlekirin. Lê belê li şûna ku ev yek bê kirin, bi hinceta tevlî greva birçîbûnê bûne cezayên dîsîplînê li girtiyan tên birîn, tên tecrîdkirin."

Dakali bal kişand ser astengkirina mafê tenduristiyê, lêgerîna tazîkirî, bi kelepçeyê birina nexweşxaneyê, şopandina 24 saetan a girtiyan bi rêya kamera, destwerdana li jiyana taybet, astengkirina pêwîstiyên bingehîn ên jiyanî yên girtiyan û destnîşan kir ku greva birçîbûnê di heman demê de ji bo bidawîkirina van kiryaran e.

Parêzer Halîse Dakali destnîşan kir ku ji bo bersiv ji daxwazên mafdar ên girtiyan re bê dayin, divê desthilatdarî û civak bi berpirsyarî tevbigerin û bang li rayedarên hikumetê kir ku dawî li tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê bîne û ji bo bersiv ji daxwazên girtiyan re bê dayin gavên pêwîst bên avêtin.