Halê zarokê ku leşkerê Tirk birîndar kiribû, giran e

Halê Azat Baga ku leşkerên Tirk ew li Wanê birîndar kiribû giran e.

Azad Baga  li Ebexê ya Wanê ji hêla leşkerên Tirk ve hatibû birîndarkirin.

Li gundê Çiliya Jor a girêdayî navçeya Ebexê (Payizaxa) ya Wanê Azad Baga yê 15 salî ku li ber pez bû û leşkerên Tirk gule lê reşandibû û ew bi giranî birîndar kiribûn. Dermankirina Baga li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê didome. 
Tê gotin halê Baga giran e û di beşa serwîs awarte tê dermankirin. Diyar bû gule li parsûyê rastê ketiye û di pişta wî de derketiye û xesar daye pişikê wî. Nayê zanîn ku dê Baga kengê were emeliyatkirin û malbat jî li ber nexweşxaneyê disekine.