Guven: Tedawiya girtiyan tê astengkirin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku tedawiya girtiyan tê astengkirin.

Heyeta KCD,HDP û Dayikên Aştiyê çûn serdana malbata girtiya bi navê Emîne Aslan Aydogan a ku li girtîgehê rehmet kiribû.

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven, parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, rêveberên partiyê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê çûn serdana malbata girtiya bi navê Emîne Aslan Aydogan a ku li girtîgehê rehmet kiribû. Ji ber ku qeyyûmê şaredariya Qoserê mala şînê nedabû, şîn li maleke taxa Aşitî tê gerandin.

Guven diyar kir ku tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin û got ku “Bi hezaran girtiyên me di bin zilma AKP û MHP’ê de ye. Ji ber ku Kurd in wan dixin girtîgehê. Heval Emîne ji ber ku girêdayî doz û têkoşîna xwe bû, ew xistin girtîgehê. Me dikujin, diavêjin girtîgehan û dibêjin ‘em bira ne’ em biratiya wan qebûl nakin. Em zilma wan qebûl nakin û em ê li hemberî wan stûyê xwe xwar nekin.”

‘EM Ê OCALAN JÎ HEMÛ GIRTIYAN JÎ AZAD BIKIN’

Çi dibe bila bibe, ew ê têkoşîna me bidome. Em ê rêzdar Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din azad bikin. Em sozê didin dayika Emîne, em ê mîrateya wê ya berxwedanê heta dawîn bidomînin.”