Guven: Pirsgirêka Kurd çareser nebe krîz bi dawî nabe

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven polîtîkayên AKP'ê yên li dijî Kurdan rexne kir û got, heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe li Tirkiyeyê krîz bi dawî nabe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan piştî 8 mehan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re rûnişt û tespîtên girîng kir. Ocalan rêya sêyemîn dubare kir û destnîşan kir, ku çareserî bi maseyeke ji 3 lingan dibe û ji bo vê jî divê têkoşîn bê xurtirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven tespîta rêya sêyemîn a Ocalan û polîtîkaya hikumeta AKP'ê ya li ser Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Guven bi bîr xist ku tecrîdkirina Ocalan giran dibe û destnîşan kir, Ocalan ji bo afirandina derfeteke nû ya çareseriyê hewl dide.

'OCALAN BI GOTINEKE XWE BANDORÊ LI MILYONAN KESÎ DIKE'

Guven bi bîr xist ku Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne, bi gotinekê bandorê li milyonan kesî dike, rêberekî gel e û got, "Wezîrê Karên Hundir ê vî welatî, di rewşekê de ku haya kesî jê nebû, di televîzyonê de got ku li girava ku Birêz Ocalan û 3 hevalên me lê ne û 8 meh in hevdîtin bi wan re nayê kirin, şewat derketiye. Ev yek nêzîkatiyeke dûrî ji cidiyetê ye. Ew bi xwe jî zane ku Birêz Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Birêz Ocalan rêbereke ku bi gotinekê bandorê li milyonan mirovî dike." Guven destnîşan kir ku di encama nerazîbûn û helwesta gelê Kurd de dewlet neçar ma ku malbata Ocalan bibe Îmraliyê û pê re hevdîtinê bide kirin.
Guven got, "Di hevdîtina bi Ocalan re me dît ku Birêz Ocalan îradeya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê bi xurtî didomîne. Mîna beriya niha ji parêzeran û heyetan re digot, dubare kir û got, 'Tenduristiya min deynin aliyekî, ev girîng nîne. Ya girîng rewşa gelê me ye, rawestandina vî şerî ye û nemirina ciwanan e'. Li gorî gotinên birayê wî Mehmet Ocalan, mirov dikarin bi hêsanî vê bêjin; Birêz Ocalan di hevdîtina saet û nîvekê de îradeyek destnîşan kir û mijarên gelekî girîng nirxand. Weke ku di hevdîtina piştî grevên birçîbûnê de Birêz Ocalan, eger aqlê dewletê derkeve pêş û îradeya çareseriyê nîşan bide wê vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikin."

'OCALAN DI MIJARA ÇARESERIYÊ DE PEYAMÊ DIDE HER DU ALIYAN'

Guven diyar kir ku Ocalan di hevdîtina dawî de îradeya xwe ya çareseriyê careke din danî holê û got, "Li ser vê yekê 8 mehan tecrîd ferz kirin. Ocalan dibêje, divê li Tirkiyeyê demokrasî li şûna xwe rûnê, sazî hemû di vê mijarê de bibin hêza çareseriyê, bi gotineke din divê bibin lingê sêyemîn ê maseyê. Em vê encamê ji gotinên Birêz Ocalan derdixînin, Ev yek peyameke ji bo her du aliyan. Peyamek ji bo gelên li Tirkiyeyê ye. Yanî 'dewlet niha li dora maseyeke ji du lingan e, ev maseya bi du lingan di her kêliyê de dikare bikeve, ji ber ku nepêkane maseyek bi du lingan li ser piyan bimîne. Lewma divê hûn li hev kom bibin û bibin lingê 3'emîn ê vê maseyê. Dema ku ev bû wê ji bo çareseriyê tiştek bê kirin.'

Peyama duyemîn jî li dewletê ye. ji dewletê re dibêje; li maseya ji du lingan hûn nikarin tiştekî bikin, ne li Rojhilata Navîn dikarin bibin xwedî hêz, ne jî bibin çareseriya gelên li Tirkiyeyê. Hûn ê roj bi roj hinekî din têk biçin. Bila gel bibe lingê 3'emîn ê maseyê û bi vî rengî li nava yekparebûna Tirkiyeyê çareseriya demokratîk bê afirandin."

'DIVÊ TIRKIYE DEST JI DIJMINATIYA LI KURDAN BERDE'

Guven diyar kir ku di bingeha krîzên siyasî û aborî yên li Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd heye û got, "Eger baş zane ku dema pirsgirêka Kurd çareser bû wê pirsgirêkên din jî çareser bibin. Sedema herî girîng a niha neçareserî ye. Krîzên civakî, aborî, kuştina jinê, talakirina kedê hemû krîzên li Tirkiyeyê di pirsgirêka Kurd de asê dibin. Ji ber ku beşa herî girîng a çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo vî şerî tê bikaranîn. Heta ku rewş asayî nebe, heta ku bi Kurdan re li hev nekin ti pirsgirêk çareser nabe."

'TIRKIYE BI KURDAN RE LI HEV BIKE WÊ LI ROJHILATA NAVÎN BIBE XWEDÎ GOTIN'

Guven destnîşan kir ku Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare li Rojhilata Navîn bibe xwedî gotin û got, "Tirkiye bi Kurda re li hev bike wê li Rojhilata Navîn bibe xwedî gotin. Li pêşberî me desthilatdariyeke welê heye ku pirsgirêkê çareser nake û destê xwe dirêjî destketiyan dike. Ev desthilatdarî bi van polîtîkayan nikare bi pêş ve biçe. Rewşeke ku bê domandin nîne. Piştî 18 salan wê AKP-MHP bi têkçûneke mezin ji ser rûpelên dîrokê winda bibe. Rêyeke rizgariyê heye, ew jî maseya ji sê lingan e û îradeya çareseriyê ye."

Guven destnîşan kir ku karê wan ê bingehîn ew e ku beyanên Ocalan bigihînin gelên Rojhilata Navîn hemûyan.