Gundiyên Zaxoyê ji êrîşa çeteyên PDK'ê aciz in
Gundiyan nerazîbûn nîşanî êrîşa çeteyên PDK'ê ya li dijî Êzidiyên li Şengalê dan û gotin, Kurdên noker û xayîn ji aliyê dijminên Kurdan ve tên bikaranîn.
Gundiyan nerazîbûn nîşanî êrîşa çeteyên PDK'ê ya li dijî Êzidiyên li Şengalê dan û gotin, Kurdên noker û xayîn ji aliyê dijminên Kurdan ve tên bikaranîn.
Nerazîbûna li PDK'ê û li çeteyên PDK'ê, ku êrîşî sivîl û hêzên parastinê yên Êzidiyên li Şengalê dikin, roj bi roj mezin dibe. Gundiyên Zaxoyê jî ji van êrîşên PDK'ê aciz in.
'KÊFA DIJMINÊ KURDAN NÎNIN'
Ji van gundiyan Xeyal Sadik êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê bibîr xist û destnîşan kir, yên ku divê li dijî wan şer bê kirin, ev her du hêz in. Sadik got, "Di destpêkê de DAIŞ'ê hewl da, niha jî dewleta Tirk dixwaze komkujiyên nû bike. DAIŞ'ê li gelek herêmên Kurdistanê komkujî kir. Tirkan jî komkujî kirin û hê jî dixwazin bidomînin. Şerê navxweyî yê gelê Kurd, tenê kêfa dijminên Kurdan tîne. Yên ku divê em niha li dijî wan şer bikin, DAIŞ û dewleta Tirk e. Li dijî dewleta Tirk a ku bombeyan li ser Kurdistanê dibarîne, pêwîste gelê Kurdistanê tavilê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne."
'EGER BARZANÎ XWE NÊZÎ YEKÎTIYÊ BIKIRA, ME YÊ QALA KURDISTANEKE XURTIR BIKIRA'
Ji gundiyan Fazil Osman Babik jî anî ziman, dijminên Kurdan vî şerî dixwazin û got, "Şerê navbera Kurdan, mêtîngeriya li Kurdistanê zêde dike û gelê Kurd qels dike. Pêwîste Kurd ne li dijî hev, lê li dijî dijminên xwe şer bikin." Babik diyar kir, berprisyarê vê rewşê lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî ye û ragihand, eger Barzanî xwe nêzî yekîtiyê bikira, wê niha qala Kurdistaneke xurtir bikira. Babik destnîşan kir, lazim e Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û li dijî dijminên ku êrîşî yekîtiya Kurdan dikin, şer bikin.
'DIJMINÊN KURDAN, NOKER Û XAYINAN BI KAR TÎNIN'
Yek ji pêşmergeyên berê Mûhammed jî bibîr xist, hêzên ku dijminatiyê li Kurdan dikin û dixwazin Kurdistanê talan bikin, ji berê ve Kurdên noker û xayin bi kar tînin û ragihand, ya ku li Şengalê qewimiye jî ev bi xwe ye.
Ji gundiyan dayika Xemê diyar kir, li dijî yên dixwazin li Şengalê komkujiyê bikin divê PKK û pêşmerge li kêleka hev şer bikin û got, "Em dixwazin ev şer biqede û gelê me azad bibe."
Dayika Beyan jî nerazîbûn nîşanî êrîşa li Şengalê da û got, "Em Kurd divê bibin yek. Bi vê yekîtiya xwe em dikarin dijminên xwe ji Kurdistanê bavêjin."