Gunay: Pitikan digirin, tacîzkaran diparêzin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay nerazîbûn nîşanî zextên li ser partiya wan û aktîvîstên TJA'yê da û diyar kir, dayikên 75 salî digirin, pitikên 10 rojî digirin, lê tacîzkaran diparêzin.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li ber avahiya HDP'ê ya Amedê têkildarî rewşa dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay destpêkê bal kişand ser tundiya ku Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik ku li dijî hejîna xwe pêk aniye û wiha got: "Me li ser daxwaza Meclîsa Jinê teqez daxwaza îxracê kir û sewqî Desteya Dîsîplînê ya Navendî kir."

Gunay, bal kişand ser xebatên "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a HDP'ê û wiha lê zêde kir: "Bernameya me ya têkoşîna demokratîk ku me di meha Hezîranê de dabû destpêkirin, li gel hemû zext, tundî û astengiyan bi biryarek mezin didome. Di navbera 8-12'ê Tîrmehê de desthilatdariya AKP-MHP'ê zagona Pir Baroyî xist meriyetê. Me jî li kolanan li gel serokên Baroyan li ber xwe dan."

Gunay, bal kişand ser berxwedana 14'ê Tîrmehê a li Zindana Hêjmar 5 a Amedê jî û wiha got: "Em di 14'ê Tîrmehê de li dijî darbeya 12'ê Îlonê û êşkenceyê, li pêş zindana Amed û zindana Ulucanlarê bûn. Me li dijî hemû binpêkirina mafan, êşkence û tundiya ku li kolan û zindanan dengê xwe bilind kir. Li dijî êşkenceya AKP’ê ku ruhê Esat Oktay diparêze dengê xwe bilind kir. Desthilatdariyê jî bi hemû hêza polîsan li ber deriyê girtîgehan bû."

HEVDÎTINÊN DEMOKRASIYÊ

Gunay bal kişand ser hevditinên demokrasiyê û wiha berdewam kir: "Doh em li Rihayê bûn. Em îro li Amed û Stenbolê ne. Em doh li Rihayê bi cotkaran re bûn, ku mexdûrê DEDAŞ'ê ne. Îro jî ji bo em ji şer û nelirêtiyê re bêjin na, bi tevlêbûna Hevserokên me yên Giştî li Amed û Stenbolê ne. Em bi hemû beşên ku li diji şer û xizaniyê radiwestin re tên cem hev. Em li dijî polîtikayên desthlatdariyê yên şer li dijî polîtikayên neçareseriya Kurd, ji bo aştiya li ser vê erdnîgariyê têm cem hev. Ji bo vê yekê em bang li hemû kesên li djiî şer dikin ku em bi hev re aştiyê ava bikin."

EM Ê FÎNALÊ LI ÎZMÎRÊ PÊK BÎNIN

Gunay, anî ziman ku ew wê fînala vê bernameya Têkoşîna Demokrasiyê li Îzmirê pêk bînin û wiha got: "Bernameya me ya Têkoşîna Demokratik wê ji niha û şûnde jî bi biryar bidome. Ji bo em têkoşîna xwe ya azadî, aştî û demokrasiyê mezin bikin, gelek sedemên me û civakê hene. Em ê di 18'ê Tîrmehê de li Hatayê ji bo hevdîtina gelan û baweriyan bên cem hev. Di 20'ê Tîrmehê de li Stenbolê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Pirsûsê em ê bên cem hev. Em ê li Enqereyê jî ji bo edaletê bên cem hev. Di 21'ê Tîrmehê de li Dilova ya Kocaelî ji bo kedê bi kedkaran re bên cem hev. Di 22'ê Tîrmehê de emê li Stenbolê re bi ciwanan re bên cem hev. Di 24'ê Tîrmehê de li Stenbolê li diji Projeya Kanal Îstanbol bi Ekolojîstan re bên cem hev. Di 27'ê Tîrmehê de li îzmirê emê bernameya fînalê li dar bixin.

 BERNAME WÊ HETA 1'Ê ÎLONÊ BIDOME

Gunay, têkildarî plana bernameyê ya meha Tebaxê jî axivî û wiha got: "Bernameya me wê heta 1'ê îlonê bidome. Ev bernameya me ya 3 mehan e. Ji bo plana bernameyê ya meha tebaxê jî xebatên me didomin. Heta ku demokrasî pêş bikeve û gelê me nefesê bistîne û rûbarê me azad biherikin û heta em bi hevre azad bibin têkoşîna me dê bidome. Di vê pêvajoya ku em têkoşîna xwe didomînin, îqtîdara AKP-MHP'ê bi hemû hêza xwe êrîşên xwe yên li dijî civakê didomîne. Di 14'ê Tîrmehê de li Amed û Dîlokê polîsan bi ser malan de girt. Di navde Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan ji heye 24 jin binçav kirin. Di heman rojê de li Dîlokê 33 endam û rêveberên HDP'ê binçav kirin. Hevserokê me yê Dîlokê Musa Aydin jî heye, gelek hevalên me ji ber tev li xebatên hilbijartinê bûne hatin girtin. Her roj hevalên me tên binçavkirin û girtin. Tişta berê bi hevkariya AKP-Rêxistina Fethula Gulen dihat kirin, niha bi hevkariya AKP-MHP'ê tê kirin. AKP bi van operasyonan dixwaze ser qeyrana xwe bincil bike. Dayikên me yên 70-75 salî binçav dikin. Zarokên 10 rojî li gel dayikên wan binçav dikin. Zarokên biçûk digirin. Lê hûn bi van operasyonan nikarin xwe xelas bikin û têkçûna xwe rawestînin.

Gunay, cezayê ku dadgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli birûbû û dadgeha bilind erê kir jî rexne kir û got: "Ev nîşan dide ku daraza bûye siyasî li gorî daxwaza AKP'ê biryaran dide."

DEWLET DESTAVÊTIN Û DESTDIRÊJIYÊ DINIXUMÎNE

Gunay têkildarî hewldana destavêtina li zarokekê ya li Şirnexê ji aliyê çawişekî pispor ve got, "Tenê di nva hefteyekê de li Şirnex û Silopiyayê du êrişên destavêtinê rû dan. Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ji bilî nixumandina bûyerê ne ji bo tiştekî ye. Destavêtin û destdirêjî weke bûyereke ji rêzê tê dîtin ku ev yek nîşan dide ku saziyên dewletê bi çi rengî li êrişên zayendî dinerin. Dewlet destavêtin û destdirêjiyê dinixumîne, tacîzkaran diparêze."