Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 11'an didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi koma 11’an didome. Îro çalakî ji koma 10’an hate dewrgirtin.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Li ser navê koma 11''an Mamosta Cemîl Kara axivî û bal kişande ser berxwedana girtiyên li zindanan. Cemîl Kara got, ew ê ti car serî li hember hovîtiya dijmin netewînin.

Bi navê koma 10'an jî Bapîr Yildiz li ser girîngî û armanca pêngava 'dem dema azadiyê ye' axivî: "Divê ev pêngav di çarçoveya berxwedana li zindanan û wargeha Mexmûrê nemîne. Pêwîste gelê me yên li Ewropa û her çar aliyên Kurdistanê dest bi çalakiyan bikin û bi vê pêngavê azadiya Rêber Apo misoger bikin. Li ser vî esasî bibin yek û têkoşînê bilind bikîn."

Yildiz di dawiya axaftina xwe de serketinê ji çalakgerên koma 11'an re xwest.

Merasîma dewrgirtinê, piştî xwendina navê çalakgerên koma 11'an bi qîrîna dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.