Greva birçîbûnê ya li Başûr di roja 15’an de ye

Greva birçîbûnê ya nedorveger û bêdawî ya li Başûrê Kurdistanê ya li dijî tecrîdê di roja 15’an de didome.

Greva birçîbûnê ya nedorveger û bêdawî ya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ku bi armanca piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 15’an de didome. Çalakî îro ji aliyê koma 8’an ve hate dewrgirtin.

Gelek nûnerên partî û rêxsitinên Başûrê Kurdistanê piştgiriyê didin çalakiyê.

‘HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE....’

Hevserokê Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê Abid Îke di dema dewirgirtina koma 8'emîn de axivî û got; "Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bidome û parlamenterên HDP'e di girtîgehan de bin wê çalakiya greva birçîbûnê ya me jî berdewam bike."

Îke ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê xwest ku tenê piştgirîkirina wan ne di çarçoveya serdanan de be û wiha domand; "Pêwîst e ew an jî li gel me dest bi greva birçîbûnê bikin. Ji ber ku îro li Bakurê Kurdistanê dijberiya Kurdan tê kirin, wê sibe li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din jî dijberiya Kurdan were kirin."