Goran rêveberiya xwe ya nû diyar dike

Tevgera Goranê piştî ku Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest da wê serokê xwe yê giştî û rêveberiya partiyê hilbijêre.

Duyemîn partiya mezin a parlementoya Başûrê Kurdistanê Goran piştî ku Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest da ji bo hilbijartina serokê nû û rêveberiya partiyê diçe ser sindoqan.

Berpirsê Komîsyona Hilbijartinê ya Tevgera Goran Zîmnako Celal ji ANF’ê re axivî û got namzetiya ji bo serokatiya giştî û rêveberiya partiyê îro serîlêdan hatiye destpêkirin û wê heta 23’ê Tîrmehê bidome.

Celal diyar kir ku heta niha 4 kesan serî lêdane û di 25’ê Tîrmehê de wê meclîsa partiyê ya ji 57 kesan pêk tê bicivin û wê hilbijartin pêk were.

Di tevgera Goran de wê ji bo rêveberiya navendî 7 kes werin hilbijartin. Yek wê bibe serokê giştî û 6 kes jî wê peywira sekreteriyê bi cih bînin.

NAVÊN DERDIKEVIN PÊŞ

Ji bo serokatiyê navên Qadir Hecî Elî û Omer Seyîd Elî derdikeve pêş. Celal got ku herduyan jî hê serî lênedane.

Li gorî çapemeniya Başûrê Kurdistanê wê Qadir Hecî Elî serî lênede lê ev îddîa ji aliyê Zîmnako Celal nehat piştrastkirin.

Qadir Hecî Elî bi nasnavê “Sindoqa reş” a Goranê tê naskirin.

DESTPÊKIRINA GORANÊ

Yek ji damezirînerê YNK’ê Newşîrwan Mistefa di sala 2006’an de ji partiyê veqetiya û dest bi damezirandina Goranê kir.

Tevgera Goranê bi awayê fermî di 25’ê Tîrmeha 2009’an de hate damezirandin û ket hilbijartina wê salê. Di hilbijartinê de 25 kursî bi dest xist. Goranê bêyî ku hêzeke pêşmergeyan a girêdayî xwe ava bike, biryar da ku siyasetê bike.

Di sala 2013’an de 24 kursî bi dest xist û bû partiya duyemîn a li parlementoya Başûrê Kurdistanê. Pê re jî bi PDK’ê re bû hevkarê hikumetê.

PDK ji ber çalakiyên gel ên di sala 2015’an de Goran berpirsyar dît û di 12’ê Kewçêra 2015’an de nehişt serokê parlementoyê yê ji Goranê Dr. Yûsiv Mihemed têkeve Hewlêrê. Piştre jî 5 wezîrên Goranê ji kabîneyê hatin avêtin û deriyê parlementoyê hate girtin.

Newşîrwan Mistefa yê pêşmergeyekî kevn e û bi nasnavê “mîmarê raperîna” sala 1991’an tê naskirin, di 19’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî wê dihat meraqkirin gelo wê Goran çi bike.

Tevgera Goran bi awayekî tund li hemberî nelirêtî û rêveberiya partiyî ye,a wê serok û rêveberiya wê di 25’ê Tîrmehê de diyar bibe.