Girtiyê nexweş Kinyas Gulcan rehmet kir

Girtiyê nexweş Kinyas Gulcan ê 59 salî yê ku di Girtîgeha Tîpa L a Patnosê de bû û 6 roj berê ew rakiribûn Zanîngeha Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê rehmet kir.

Girtiyê nexweş Kinyas Gulcan ê 59 salî yê ku di Girtîgeha Tîpa L a Patnosê de bû û 6 roj berê ew rakiribûn Zanîngeha Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê rehmet kir. Gulcan di sala 1993’an de xistibûn girtîgehê û 10 salan tê de mabû. Gulcan di 1’ê Îlona 2018’an de bi îddîaya ku ‘alîkarî daye rêxstinê’ hatibû girtin û 6 sal û 3 meh ceza dabûnê. Gulcan 6 roj berê ji ber ku bedena wî enfeksiyon girtibû, ew rakiribûn nexweşxaneyê.

Girtiyê nexweş vê êvarê li nexweşxaneyê rehmet kir. Rêxistina HDP’ê ya Wanê û parlementerên HDP’ê jî hatin ber nexweşxaneyê.

Kurê wî Mehmet Gulcan got ku “Bavê min gelek caran anjiyo bûbû. Gelek nexweşiyên wî hebûn. Piştî ameliyatan bedena wî enfeksiyon girtibû. Ji bo ku bavê min di girtîgehê de nemîne, me gelek serlêdan kir. Bavê min 6 rojan li vê derê li qawîşa girtiyan maye û kes pê re eleqedar nebûye. Piştî sê rojan bijîşk hatine ew birine beşa lênihêrîna kûr.”

Tê payîn ku wê cenazeyê Gulcan li gundê Panîgê yê Îdirê were veşartin.