Girtiyê nexweş Hadî Yalçin spartin axê

Girtiyê nexweş Hadî Yalçin ê ku doh li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest dabû, li Şirnexê hate veşartin.

Hadî Yalçin ên bi nexweşiya penceşêrê ketibû li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dihat dermankirin, duh jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku ji aliyê malbatê ve cenazeyê Yalçin ji girtîgehê hate girtin, îro bi tevlîbûna malbata Yalçin, Parlementerên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Hasan Ozgûneş, Nuran Îmîr û rêxistinên HDP'ê ya Şirnexê, li Goristana Asriyê hate veşartin.
Yalçin, bi îddîaya "Endambûna rêxistinê" ev ji 4 sal zêdetir girtîbû û ji ber nexweşiya pençeşêrê dihate dermankirin. Lê li gel hemû serlêdanan jî Yalçin nehat berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.