Girtiyê ku gardiyanan derb kirî dibe çavên xwe winda bike

Burhan Hisim yek ji 5 girtiyên ku ne karîn li ser piyan hejmarê bidin hatin êşkencekirin, dibe ku çavê xwe yê çepê winda bike.

Ramazan Adibellî yê ku ev 25 sale li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku li navçeya Tûşbayê dimîne, bi hevpeyvîna bi telefonê ya ku îro bi malbata xwera pêk anî de diyarkir ku ew û 5 girtiyên din ji aliyê gardiyanan ve hatine derpkirin.

Davut Adibellî yê ku bi telefonê bi birayê xwera axivî da diyar kirin, ji berî 10 rojan bi sedema ku nekarîne li ser piyan hejmarên bidin rastî êrîşa gardiyanan hatine û xistine hûcreyên yekkesî. Bi birayê xwe ra herî dawî 2 hefte berê hevpeyvîn bi telefonê kiribû û ji wê rojê ve bi ruxmê ku ew li benda telefonê bûn hevpeyvîn pêknehatin, Davut Adibellî wiha da diyar kirin: “Dema min pirsa çima tu li me ne gerayî kir got cezayê peywendîkirinê hebû. Ji derveyî wê tiştek din ne got. Ji wê rojê û pêve îro li me gera. Dema li me gerayî me sedemê ne gerana wî zanî.”

Adibellî got ku piştî birayê wî rastî van êrîşan hatî rakirine nexweşxanê û rapora êşkencê standine, îfadeya birayê xwe wiha ragihand: “Ez û 5 hevalên min bihevre derpkirîn. Rewşa min û hevalê min yên binavê Burhan Hisim yê 27 salî xirabe. Dibe ku hevalê me Burhan çavê xwe yê rastê winda bike. Min ji pişta xwe û zikê xwe derp xwar. Nîşanên min yê derpê diyarin. Hertim bi vî şeklî êrîş dikin. Piştî bûyerên em xistin hûcreyên yek kesî û cezayê hevpeyvînê dan me. Piştre jî hatin ji me lêborîn xwastin. Xwestin ku ev bûyer ji derve neyê bihîstin. Heta midur jî hat ji me lêborîn xwast ku; em ji derve ra ne ragihînîn. Lê belê em bi mafîn û di destên mede raporên me yên darbê hene. Em ê bibîn gilîkar. Ev ne tenê careke em vê jiyan dikîn. Ji ber vê sedemê em ê bibîn gilîkar.”

Li ser vê mijarê li gorî me xwe gihandî vê girtîgehê diyarkir, ji berku li girtîgehê kesek rayedar nebû di derbarê wê de tu agahî ne dan.