Gerîlayên YJA Starê: Em ê bi berxwedanê êşa gelê xwe bi dawî bikin

Gerîlayên YJA Starê Faraşîn Zagros û Arjîn Destan Bakur qala coşa Newroza 2023'an kirin û destnîşan kirin ku li çiyayên Kurdistanê ew dixwazin hêjayî berxwedana agirê Newrozê bin.

Newroz li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê bi coş hate pîrozkirin. Gerîlayên YJA Starê Faraşîn Zagros û Arjîn Destan Bakur cejna Newrozê ya 2023'an ji ANF'ê re nirxand.

Faraşîn Zagros bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd û diyar kir ku wan bi ruhê berxwedanê yê Newrozê dest bi sala 2023'an kirine. Faraşîn Zagros bi bîr xist ku di tevahiya dîrokê de gelê Kurd bi pêşengiya Kawayên hemdem her tim li ber Dehaqan rabûye û got, "Gelê Kurd bi Newrozê re hîn bêhtir xwe li têkoşîn û berxwedanê digire. Em jî bi wesîleya vê newrozê soza mezinkirina têkoşîna xwe didin."

'EM DIXWAZIN AGIRÊ NEWROZÊ BÊHTIR GUR BIKIN'

Gerîlaya YJA Starê Faraşîn Zagros anî ziman ku gelê Kurd bi dayina berdêlan xwe gihandiye vê astê û bi dewamî bal kişand ser van xusûsan: "Ev têkoşîna azadiyê bi Mazlûm, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan hîn mezin bû û wê mezin bibe. Ji bo li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê gur bikin em dixwazin li tevahiya çiyayên Kurdistanê hêjayî vê têkoşînê bin."

Faraşîn Zagros bal kişand ser bandora erdheja li Bakurê Kurdistanê li ser hêvî û bendewariyên xwe yên Newrozê jî got, "Weke ku tê zanîn em di pêvajoyeke giran a têkoşînê de ne. Gelê me ji ber erdhejê êşên giran dikişîne. Em jî soz didin ku bi berxwedana xwe êşa gelê xwe bipêçin. Em careke din Newrozê li gelê xwe pîroz dikin."

'EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA DÎROKÎ YA NEWROZÊ DERKEVIN'

Arjîn Destan Bakur jî di destpêka axaftina xwe de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên xwe pîroz kir. Gerîla Destan Bakur anî ziman ku Newroz ji bo wan cihê kelecan û serhildanê ye û got, "Ji xwe Newroz bi xwe ruhê serhildan û berxwedanê ye. Em ê vê mîrateya dîrokî bidin ser milê xwe. Em bi coş û kêfxweşiya Newrozê ne."

'GERÎLA LI HER ÇIYAYÎ LI BER XWE DIDIN'

Destan Bakur destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê îro li tevahiya çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û peyama xwe ya ji bo Newrozê bi van gotinan qedand: "Em bi agirê Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan Newrozê pîroz dikin. Ked û têkoşîna wan, bingeha mezinkirina berxwedanê xurt dike. Weke şopdarên vê berxwedanê ji bo bidawîkirina mêtingeriyê em her kêlî amade ne."