Gerîlayên YJA Star: Em dev ji doza xwe bernadin

Gerîlayên YJA Star Axîn Gabar û Zîlan Wan ên di berxwedana Heftanînê de cihên xwe digirin, anî ziman ku çi dibe bila bibe dev ji doza xwe bernadin û wê li ber êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Heftanînê dewam dike.

Ji gerîlayên YJA Star Axîn Gabar û Zîlan Wan ên di Cenga Heftanînê de cih digirin, Cenga Heftanînê vegotin.

Axîn Gabar: Dema ku we taktîk û rêbazên gerîla bicih anîn ne mimkûne ku dijmin we têk bibe. Ne mimkûne ku mirov ji hevrêyên xwe yên li ber xwe didin bandor nebe. Hevrêyên me bi lehengî şehîd ketin. Bi taybet hevrê Memyan, Amara û herî dawî jî hevrê Rûstem bi berxwedana raber kirî ruhê Bêrîtan û Zîlan derxist holê.  Bi hatina ba hev a van her du ruhan hêzekî pir mezin dide avakirin. Me gotina Fermandarê Mezin Çiyager a ‘Çi dibe bila bibe dawî wê heybet be’ û dîsa sirûda Cenga Heftanînê ya Şehîd Tolhildan ‘Ev der Heftanîne’ me ji bîr nekiriye. Gerîlayê pispor bûye wê bi ser bikeve.”

‘ŞEHÎDANN ÇAWA LI BER XWE DAN EM JÎ WILO LI BER XWE BIDIN’

Zîlan Wan: Min bi çavê xwe dît ku dijmin bê ka çiqasî lewaz bûye. Mirov çiqas gotin li ser berxwedana Heftanîn, sekna heval bîne ziman kêm e. Ji bê berxwedanê û seknê pir bandor bûm. Dijmin pir êrîş kir. Cara yekê ye ku dijmin evqas dijwar êrîşî Heftanînê dike. Ji bo bê berxwedan û têkoşîna hevrêyan pir bi bandor e. Ev jî hêzekî mezin ava kir. Berxwedana li Heftanînê berxwedanekî dîrokî ye.

Di Cenga Heftanînê de têkoşîna xurt a jinê derket pêş. Heftanîn bû yek ji cihê herî zêde hêzên me yên YJA Star çalakî lê bikin û dîsa bû cihê ku yek ji herî zêde rola gerîlayê pispor ê bi pêşengtiya hevrêyên jin derket holê ye. Keda jinê bi zêdahî li vir derket holê. Rêbertî bi salan ked da, em dît ku hêza jinê bê ka çawa darbe danî.

Ev hemû bi saya Rêbertî pêk hat. Bi saya şehîdan pêk hat. Ji bo vê divê Rêbertî bê azadkirin. Ev şer û têkoşîn ji bo vê ye. Dijmin bila vê baş bizen; çi dibe bila bibe, em dev ji doza xwe bernadin. Ji ber ku dîrok serketinê ji me dixwaze. Çavkaniya morala me Rêbertî û şehîd in. Em hêza wan a tolhildanê ne. Wan çawa li ber xwe da em jî wê li ber xwe bidin.