Gerîlayên YJA Star: 8’ê Adarê nuqteya dawî ya berxwedanê ye

Gerîlayên YJA Satar ên di çeperên şer de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşxwazî dikin ji ajansa me re axivîn.

Gerîlayên ku di serî de pêşengên têkoşîna azadiya Kurd û dîsa ji bo hemû jinên cîhanê bûne xeteke berxwedanê Sara, Zîlan, Bêrîtan, Sema û bi dehan şehîdên şoreşê bibîr anîn, wataya 8’ê Adarê vegotin.

Gerîlaya YJA Starê Besê Anûş: 8’ê Adarê rojeke di encama ronahiya têkoşîna ku di dîrokê de hatiye dayîn de derketiye. Bi saya şehîdên me Sara, Zîlan û Bêrîtan ên pêşeng in, rojeke bi wate bûye. Ji ber vê rojê hemû jinên ku bedena xwe li dijî faşîzmê kirine agir û li ber rawestiyane bi rêzdarî bibîr tînim, di serî de li Rêber Apo û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim. Dîroka 8’ê Adarê dîrokeke bi wate û girîng e. Bi saya felsefeya Rêber Apo îro weke jin bi awayekî azad ji bo mafê jiyana xwe li ber xwe dide. Li gel vê para mezin a pêşengên me yên şehîd pêk hatiye. Di serî de em jinên Kurd û hemû jinên cîhanê di dîrokeke pir girîng û bi qasî wê zindî de cih digirin. Ji ber vê ji dîrokê heta niha li ser jinan qetlîam û qirkirinên heyî radixe ber çavan. Heta niha ji bo jinên ku nasnameya wê tine tê hesibandin, dixwaze bi mirinê terbiye bike, ji bo jinên dengê xwe nikarin ragihînin em milîtanên tevgera azadiya jinê têkoşînê xurt dikin. Dixwazin bidin nîşandan ku bê heta roja îro felsefeya Rêber Apo di warê têkoşînê de çiqasî bi bandor e. Divê hemû jin di vê rojê de li dijî her cûre zextê li cihê lê rabe. Divê hemû jinên cîhanê bikeve ferqa vê roja dîrokî.

 ‘JI BO SIBEROJÊN AZAD YEKÎTIYA XWE ÇÊBIKIN’

Bi boneya vê roja girîng, ji bo mîmarê têkoşîna azadiya jinê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî ji bin esaretê rizgar bikin erkê serek ê em jinan e. Li çar parçeyên Kurdistanê jin di nava şiyarbûnekê de ne, êdî her roj li kolananin. Ji bo azadiya gelê Kurd li her derê dengê xwe bilind dikin. Divê hemû jinên Kurd û cîhanê destê xwe bidin yek û têkoşînê bilind bike, vê rojê hê biwatetir bikin. Bi têkoşîna li dijî mêtingeriyê tê dayîn ku roja diyar bûye ji bo bigihînin encamekê divê bikevin nava hewldanan. Êdî divê hemû jin li dijî vê sîstema mêtinger bêdeng nemîne dengê xwe bidihînin cîhanê.  Di wê hêviyê dene ku hemû jin li dijî sîstema êşkende û zextê ya li ser Rêber Apo rabin ser piyan. Dîsa jin bibin bersiva têkoşînê. Bang li hemû jinan dikin di 2020’ê de bibin xwedî helwestekî ku yekîtiyê esas digire bi gavên hê bibiryartir dengê xwe bigihînin hemû dinê.”

Gerilaya YJA Starê Nazlican Rêdûr: 8’ê Adarê di wateya rastîn de sîstema mêtinger a êşkence, destdirêj û destavêtinê ya sed salin li dijî nasnameya jinê encamên bi xwe re anî û heman demê îfadeya berxwedana jinê ya bi heybet e. Keda Rêber Apo ye ku jinê derxist ser dika dîrokê û derfet da avakirin ku têkoşîn bike û bi nasnameya xwe bibe xwedî gotine. Di serî de ne tenê jina Kurd, jinên Rojhilata Navîn û heman demê de hemû jinên cîhanê ku di demekê de weke pergala sîstema kapitalîst dihate dîtin, bi keda salan ku Rêber Apo da, kir ku jin ji bo azadiya xwe têkoşînê bike.

 ‘ŞOREŞA ROJAVA BÛ VEJÎNA NÛ YA JINÊ’

Piştî Şoreşa Rojava û şûnde têkoşîna azadiya jinê hê zêdetir hate dîtin. Şoreşa Rojava bû wesîle ku jin hê zêdetir bibin şopdarê têkoşîna azadiya xwe. Ji ber ku Şoreşa Rojava îsbat kir ku hêzeke çawa ye û çawa pêşengtiyê dike. Şerê li wir dihate kirin vîna jinê da nîşandan. Ev raman kir ku jin li dijî her cûre dagirkeriyê bikare xwe biparêze. Di serî de dewleta TC’ê û dîsa komên çete yên mîna DAÎŞ’ê bi taybet ji bo vîna jinê bişkînin bi topyekîn êrîşî jinê kirin û xwestin tine û kole bikin. Lê vîna li wir derket ev hemû berovajî kir û ev yek jî dîsa bi saya Rêber Apo pêk hat. Em îro lê dinêrin bi hezaran jin li çeperên şer cih digirin, ev yek jî girêdana jinê ya bi têkoşînê re nîşan dide. Sirûda me ‘Yên li ber xwe bidin ciwan dibin’.Ev sirûd wê heta dawiyê di têkoşîna me de bidome.

 ‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN, RÊBERTÎ BÊ AZADKIRIN’

Tecrîda heta niha li ser Rêber Apo tê kirin, tenê ne di şexsê Rêbertiyê de ye, heman demê tecrîdek li dijî gelê Kurd e jî. Ji ber ku pir ji îdeolojî û ramanê Rêber Apo ditirsin ji bo wê ewqasî tecrîdê giran dikin. Bila vê bizanin em ti carî ji Rêbertiya xwe qût nabin, wê nikaribin pradîgmaya Rêbertiya me tine bikin. Têkoşîna me wê mîna têkoşîna Rêbertiya me bidome. Niha li çiyayên azad bi hezaran gerîla ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên hejar şer dike. Di serî de bang li jinên ciwan û hemû jinan dikin; werin ji bo bijîn têbikoşin. Ne tenê ji bo xwe ji bo welat û gelê xwe şer bikin. Bi hev re li dijî vê sîsetma dijminê mirovahiyê tar û mar bikin.”