Gerilayên Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê bi şahiyek pîroz kirin

Li çiyayên Kurdistanê gerîlayan Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê bi şahiyekê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji aliyê gerîlayan ve merasîma leşkerî, şano, skêç, govend pêşwazî kirin.

Endama Koordînasyona KJAR Rojîn Hêja, fermandaren HPJ’ê Aryen Arî û Berfîn Denîz Gabar , endama Koordînasyona YJCR Sara Riha tevî merasîma leşkerîbûn.

Di merasîmê de endama Koordînasyona Komalgehê Jinên Azadê Kurdistanê (KJAR) Rojîn Hêja ji gerîlayan re axivî û û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêber Apo û tevahî jinên Kurdistan û cîhanê pîroz kir. Hêja bi domdarî got: “Em roja 8’ê Adarê li Rêber Apo ku di encama tekoşînek mezin de hişt ku em bigihijin van rojan pîroz dikin. Her wiha di şexsê Rosa Luksembûrg, Clara Zetkin, Dayîka Eqîde, Dayîka Teybet, Hemrîn Xelef de hemû hevalên di çeperan de li dijî dijmin şer dikin em pîroz dikin.”

Endama Koordînasnoya KJAR’ê Rojîn Hêja di berdewamiya axaftinên xwede bal kişand ser zihniyeta netew-dewletê ku êrîşen li dijî jinê rewa dibîne û di vê derbarê de wiha got:“Dewleta zayendparêz li dijî jinê her ku diçe xwe zêdetir serwer dike. Lê îro hemû jinên ku li dijî vê pergalêne di qadande, di kolanan de, di çeperan de bi tekoşînek mezin ve li dijî vê zihniyetê disekinin.”

Rojîn Hêja di berdewamiya axaftinên xwede got ku jinan di sala 2019’an de bi berxwedayîna xwe ve dîrok nivîsandin. Hêja wiha domand: “Di sala 2019’an de dengê jinê li dijî pergala dagirker ve pir bilind bû. Ji Şîlî heta Emerikaya Latîn, heta Ewropa, di Rojhilata Navîn de ji Fasê heta Tûnûsê, Îranê, li her deverê Kurdistanê de jinan dengê tekoşînê gehandine cîhanê. Ji tekoşîn û berxwedana jin û gerîllayên Kurd de îlham tê girtin û tekoşîn her ku diçe belav dibe. Hemû qad bûne cihên tekoşînê.”

Endama Koordîsanyona KJAR Rojîn Hêja di berdewamiya axaftinên xwede bal kişand li ser têkoşina jinan a sala 2019’yan û got ku pêwîste sala 2020 de jî jin bi ruhê sala 2019’an tekoşîna xwe hîn zêdetir bilind bikin û li dijî pergalê yekitiya xwe ava bikin. Rojîn Hêja got: “ji bo ku em zihniyeta netewdewlet têkbibin emê peyama xwe bi tekoşînê bidin. Emê ji hemû netewdewletan re bêjin; ‘yan hûnê demokratîk bibin, mafê jinê nas bikin an jî êdî hûnê di dîrokê de têk biçin.”

Hêja bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got ku, ‘yê ku tecrîdê bişkêne yekîtiya jinane û pêwîste jin li derdora Rêber Apo xelekeke ji agir ava bikin.’ Hêja wiha pêde çû: “Tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de li ser jinê, civakê, mirovahiyêye. Ji bo wê jî hêza xwe kirina yêk û li derdora Rêbera Apo xelekek ava kirin ji bo me esase. Armanca me tenê tecrîd şikandin nîne Rêber Apo azad kirin û li ser vê esasê tekoşîna xwe mezin kirine.”

Hêja balkişand ser parastina cewherî û wiha domand; “ Pergal ji paradigmaya Rêber Apo ditirse. ji bo ku ev paradigmaye pêk neyê her cûre êrîşan dike. Li ser Rêbertî li ser gelê Kurd qomployên xwe nû dike. Ji bo ku ev erîş negehijin encamê pêwîste em parastina cewherî xurt bikin. Emê li ser vê esasê xwe rêxistinkirina xwe xurt bikin li her derê bigihijînin serkeftinê. Îro tu rewabûna dagirkeriyê nemaye. Gel êdî bi nerazîbûyînên xwe ve viya dide nîşandan. Li her deverê Kurdistanê gel li qadan e û li ber xwedidin.”

Rojîn Hêja di dawiya axaftinên xwede banga têkoşîna azadiyê ji bo Ocalan kir û got: “Ji bo ku em bi Rêber Apo re bijîn, pêwîste em li derdora Rêbertî tekoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo ku em hêza xwe zêdetir bilind bikin û bi Rêbertî re azad bijîn, bang li jinên li her çar perçeyên Kurdistanê dikim ku bên cem hev û yekîtiyê ava bikin. Teybet jî jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêwîste li dijî rejima faşîst hêza xwe bikin yêk. Em careke din soza xwe nû dikin ku em ê hemû qadan bikin qada tekoşînê û hemû deman jî bikin dema azadiyê.”

Piştî axaftina Hêja gerîlayan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyann nabe’, ‘Jin, Jiyan Azadî’ qîr kirin. Gerîlayan 8’ê Adarê bi skêç, şano û govendê pîroz kirin.