Gerîlayên ku pêşî çûne Şengalê axivîn..

Fermandarê gerîla Cîger Goyî û gerîlaya YJA Starê Zeynep Botan, di nav wê koma gerîla de bûn, dema ku 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîş biribûn ser Şengalê, çûbûne Şengalê. Gerîla ji ANF’ê re axivîn.

Goyî got, ‘’Dema ku em çûne Şengalê armanca me ya pêşî ew bû ku em xeteke parastinê ava bikin, gel ji komkujiyê xilas bikin û bigihînin cihê ewle’’. Botan jî got, ‘’Dema ku em gihane Şengalê dîmena pêşî ya ku me dîtî ew bû ku awirê wan mirovên tî, birçî û bêhêvî bûn, ku tevlî mirovên yixtiyar, zarok û pitikên mirî, bi tirs xwe li çiyê girtibûn.’’

Fermandarê Gerîla Cîger Goyî got pergala kapîtalîst vê sedsala dawî rêxistineke mîna cinawiran DAÎŞ derxiste holê, siyaseta ku mirovan bi kuştinê, bi tirşe, bi revandinê ji ser koka wan qut bikin domand û DAÎŞ jî bi vî rengî êrîş bire ser Mûsil ,Telafer, Şengal û Kobanê û divê mirov baş lê bifikire ku di van êrîşan de yek ji gelê qedîm Kurd bûne hedef û koka Kurd Êzîdî û Kobanê bûne hedef.

Goyî bal kişande ser hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’Rêbertia me gelek caran di nîşeyên hevdîtinê û parastinên xwe de behsa Derwêş û Edûlê dike, dibêje, dîrok xwe dubare dike û ji bo vê jî hewceyî bi têkoşîneke wiha heye. Ji ber banga Rêbertiya me û piştî Mûsilê piştî ku dengê piyên komkujiyê hate bihîstin, Tevgera me ya Azadiy3e, xwest ku biçe Şengalê û gelê me yê Êzîdî biparêze lê PDK’ê destura vê neda, got, hêzên wan wê berevaniyê li Şengalê bikin û têbikoşin. Lê 3’yê Tebaxa 2014’an ti hikmê gotina wan nemabû. Ji ber ku PDK hemû çekên xwe yên giran biribû û gelê Şengalê bi komkujiyê re tenê hiştibû.’’

TI HÊZEKE KU GELÊ ME BIPARÊZE NEBÛ

Goyî bi berdewamî got, ‘’Di atmosfereke wiha de hêzên gerîla gihaştibûn Şengalê. Nêzîkatiya tevgera me jî ew bû ku gelê me yê ku ji komkujiyê sax filitiye û xwe li Şengalê girtine, ji êrîşên DAÎŞ’ê biparêze. Ango ji bo gelê ku mayî xilas bike û bigihîne qadê ewle, komên pêşî yên gerîla ji çiyayên Kurdistanê ber bi Şengalê ve herikîn. Hêzên koalîsyonê yên li dijî DAÎŞ’ê, artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê wê demê nebûn.’’

‘ARMANCA ME AVAKIRNA XETETEKE PARASTINÊ BÛ’

Gotî bi domdarî got, ‘’ ’Dema ku em çûne Şengalê armanca me ya pêşî ew bû ku em xeteke parastinê ava bikin, gel ji komkujiyê xilas bikin û bigihînin cihê ewle. Bi vê çarçoweyê hevalên me çûne gundên Cudalê, geliyê Şîlo, Bareê, Şerfeddîn û yên li dora çiyayê Şengalê.

Goyî her wiha got ji bo ku careke dî komkujî bi ser Êzîdiyan de neye, wan hîmê YBŞ’ê û YJŞ’ê danîne, piştî ku ev qas azad kirine û hêzên xweparstinê ava kirine, ew hêzên gerîla wê vekişiyana. Armanca wan pirhêlî bûye.

‘EM GERÎLAYÊN PKK’Ê LI DIJÎ HER ÊRÎŞÊ EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN’

Gerîlaya YJA Starê Zeynep Botan jî got, ‘’Tevgera me bi çarçoweya pêşdîtinên Rêbertia me ji bo parastina Êzîdiyan û gelên Şengalê gelek caran ji PDK’ê re got li Şengalê hewceyî bi hêzeke hevpar a parastinê heye. Lê PDK guh neda banga Rêbertiya me û Tevgera me, got, ew ê gelê Êzîdî biparêzin. Lê 3’yê Tebaxa 2014’an pêşmergeyên bi ser PDK’ê ve, bêyî ku guleyekê biteqînin reviyan û gelê me yê Êzîdî bi komkujiyê re tenê hiştin. Tevgera me ya ku ev helwesta PDK’ê dîtî, ji bo parastina gelê me yê Êzîdî û xilaskirina wê kome bi kom gerîla şandin Şengalê. ’Dema ku em gihane Şengalê dîmena pêşî ya ku me dîtî ew bû ku awirê wan mirovên tî, birçî û bêhêvî bûn, ku tevlî mirovên yixtiyar, zarok û pitikên mirî, bi tirs xwe li çiyê girtibûn. Ez vê dîmena ku min cara pêşî dîtî her 3’yê Tebaxê dibinim.’’

Botan got piştî ku Şengal bi temamî hatî azadkirin PDK’ê bê parastin Şengal bi dest hêzên Heşdî Şebî ve berda û reviya, wan jî, piştî ku vîna gewherî ya gelê Şengalê, xwerêveberiya wê û xweparastina wê çêkirin, ji Şengalê vekişiyan.

Botan herî dawî got, ji niha û pê de jî li djî her cure êrîşên li ser gel, gerîlayên PKK’ê wê berevaniyê li gel bikin.