Gerîlayên HPG/YJA Starê: 4'ê Nîsanê rojbûna Kurdan e
Gerîlayên HPG û YJA Starê, rojbûna 68'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, heta Ocalan û gelê Kurd azad bibin, ew ê têbikoşin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê, rojbûna 68'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, heta Ocalan û gelê Kurd azad bibin, ew ê têbikoşin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser 4'ê Nîsanê ji ajansa me re axivîn:
ZÎLAN DÊRIK: Ez 4'ê Nîsanê rojbûna Serokatî pîroz dikim. Rojbûna Serokatî rojbûna gelê Kurd e. Serokatî ji bo me pir girîng e. Serokatî gelek tişt rê me da. Piştî ku em derketin çiyê me hêza xwe bêhtir nas kir. Jin di nava sîstemê de mîna koleyan e. Li çiyê rewş cuda ye, mirov li vir rastiya Kurdan dibîne, rastiya jinê dibîne. Di sala 2017'an de jî divê em Serokatî azad bikin. Serokatî rastiyek nîşanî me da. Ya dikeve ser milê me jî ew e, ku her tim li ser xeta Serokatî û şehîdan de bin.
VÎNAR BAWER: Vê rojê li dayika Uweyş û tevahiya dayikên cîhanê pîroz dikim. Em li Rêber Apo jî pîroz dikin. Li hevalên il zîndana jî dijîn em pîroz dikin. Bi rastî jî ev roj ji bo me pir girîng e. Hêvîdarim em ê rojek mîna vê rojê jî bi Rêber Apo re pîroz bikin. 4 Nîsanê ji bo me pîroz e. Serokatî bi xwe rastiya jinê derxist holê. Bi rastî jî jin hingî kole bû. Serokatî ev rastî derxist holê.
ÇEKDAR AMED: Em rojbûna Serokatî pîroz dikin. Tecrîda li ser Serokatî tecrîdeke giran e. Li ser me, serokatî û gel pêvajoyeke giran heye. Em bang li ciwanên Kurd dikin ku bên serê çiyê. Azadiya wan li çiyê ye. Bila nekevin bin destê dijmin. 4'ê Nîsanê ji bo me azadî ye. Serokatî ji bo azadiya Kurd, azadiya jinê û azadiya civakî têkoşiya. Serokatî nebûya, Kurd wê bi temamî bindest bûna. Divê em her tim li pişta Serokatî bin. Em bidin ser şopa wî, wê azadî pêk bê.
RÛKEN ZÎLAN: Em 4'ê Nîsanê li Rêber Apo, dayika Ûweyş, jin û gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê û hevalên li zîndana pîroz dikin. Ev roj ji bo me rojeke pir girîng e. Em ê her tim li ber xwe bidin, em ê bibin fedayê gelê xwe. Heta ku ji destê me were em ê şopdarên van hevalên xwe bin. Dewleta Tirk dibêje em ê gelê Kurd biqedîne, lê nikare. Rêxistina me wê her tim mezin bibe û bi pêş bikeve.
EVÎNDAR KIÇÎ: Em 4'ê Nîsanê ji bo hebûna gelê Kurd gelekî watedar û pîroz dibînin. Em vê rojê pîroz dikin. Çawa ku hilatina rojê cîhanê ronî dike, jidayikbûna Rêber Apo, 4'ê Nîsanê jî ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bû ronahî. 4'ê Nîsanê rêya rastiyê nîşanî me da. Em bang li jinên ku di bin zilma zilam de ne dikin, ku vê zilmê qebû nekin. Em bang li ciwanên Kurd jî dikin ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin.
**
4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, bi rastî jî rojeke pir bi nirx e, pîroz e. 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê rojeke nû ye. Rojbûna Serokatî ji bo me rojek û îdeolojiyek nû ye. Nêrîna Rêber Apo nêrîneke heqîqetiyê ye. Em dixwazin rastiya Rêber Apo li tevahiya mirovahiyê belav bikin. 4'ê Nîsanê li ser vê esasê pîroz dikim.