Gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê çûn serdana malbata Mam Celal
Heyetek ji fermandar û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê piştî serdana gora Mam Celal, çûn serdana malbata Mam Celal û bi hevjîna Mam Celal Hêro Îbrahîm Ehmed re civiyan.
Heyetek ji fermandar û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê piştî serdana gora Mam Celal, çûn serdana malbata Mam Celal û bi hevjîna Mam Celal Hêro Îbrahîm Ehmed re civiyan.
Heyeta fermandar û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê piştî serdana sersaxiyê ya Mam Celal, çûn serdana mala Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî ya li bajarê Silêmaniyê. Gerîlayên HPG û YJA Starê her wiha li gel Hêro Îbrahîm Ehmed jî rûniştin.
Di serdanê de Fermandarê HPG’ê yê eniya Kerkûk û Mexmûrê Bawer Serhed axivî, diyar kir ku ew xema malbata Talebanî parve dikin û wiha got; “Xebata Mam Celal ji bo hemû gelê Kurd bû. Wefata wî ji bo me hemûyan windahî ye.”
NAMEYA KARAYILAN HATE XWENDIN
Her wiha Bawer Serhed nameya Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Murat Karayilan a sersaxiyê ya ji bo malbatê şandî hate xwendin.Hêro Îbrahîm Ehmed jî spasiya heyeta gerîla kir.
Piştî serdana ji bo mala Mam Celal heyeta gerîlayên HPG û YJA-Starê çûn ser gora Mam Celal a li Girê Debaşan a bajarê Silêmaniyê.