Gerîlayên HPG’ê li Şemzînan û Çelê çalakî lidar xistin

Di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li navçeyên Çelê û Şemzînanê lidar xistin de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya dayî de diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li navçeyên Çelê û Şemzînanê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî lidar xistine. Di çalakiyan de herî kêm 2 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniya navendê de ev agahî hatin parvekirin:

LI ŞEMZÎNANÊ 2 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

“4’ê Cotmeyê artêşa TC’ê ya dagirker li gundên Dêman, Tisê, Helankê û qadên Xumarkê, yên Şemzînan a Colemêrgê bi tevlêbûna qorîciyên Kampa Dê bi desteka hewayî operasyoneke berfireh da destpêkirin. Heman rojê saet 17.00’an hêzên me bi ser yekîneyên operasyonê de çalakî pêk anîne, di encamê de tespîtbûyî 1 jê endamê JOH’ê 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi wesayitên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Operasyon 5’ê Cotmehê bi qismî vekişiyaye û li qadê yekîneyên xwe yên veşartî hiştine.

LI ÇELÊ KEPÇEYEK HATE RÛXANDIN

Di nav çarçoVeya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me 6’ê Cotmehê li Çelê ya Colemêrgê, li geliyê Petrûtê bi ser artêşa TC’ê ya dagirker de çalakiyek lidar xistine. Di çalaikiyê de kepçeyeke dijmin hatiye rûxandin, hijmara kuştî û birîndarên dijmin tam zelal nebûye.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistine, berêvarî jî operasyon dane destpêkirin. Operasyon heman rojê bêyî ku encamekê bigire vekişiyaye.

NÛÇEYÊN ŞEHADETA 2 GERÎLAYAN A LI DERSIMÊ DEREW E

5’ê Cotmehê saet 23.30’an helîkoptêrên êrîşê yên kobra a artêşa TC’ê ya dagirker mintiqeyên Babekan û Zelê yên bi ser Dersimê ve bombe kirine. Di encama bombekirinê de li eraziyê şewat derketiye. Medyaya şerê taybet nûçeya ku di bombekirinê de 2 gerîlayên me şehîd bûne daye. Di bombekirina dijmin de ti windahiyên me çênebûne.

2’yê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li devera Çardak a girêdayî navçeya Hassa ya Hatayê dest bi operasyonekê kiribûn. operasyona li herêmê dabû destpê kirin hê jî dewam dike.

LI ÇEWLIGÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛYE

4’ê Cotmehê li nêzî gundê Eynik ê li herêmêma Kizilagaç a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewligê hêzên me rastî dijmin hatine, li vir şer qewimiye. Di şerê rû dayî de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin girtin. Hevrêyê me Rizgar Amed ê bi qehremanî li dijî dijmin şer kir di şerê li vir de gihştiye şehadetê.

Nasnameya hevrêyê mey ê şehîd ketî wiha ye.

Nasnav: Rizgar Amed
Nav û Paşnav: Umît Mûsaoglû
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Dûriye - Onder
Cih û Dîroka Şehadetê: Çewlig /4’ê Cotmeha 2017

NASNAMEYA 2 GERÎLAYÊN LI KATO JÎRKA ŞEHÎD BIBÛN HATIN EŞKEREKIRIN

4’ê Cotmehê me daxuyaniyek da û têde diyarkiribû ku 28’êk Îlonê saet 18:00’an dema ku hêzên me li devera Deriyê Zerbîl ê li Herêma Jîrka a girêdayî navçeya Bêşebab a Şirnexê yekîneyek ê dijmin kirin hedef û di vê çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatibû kuştin ragihandibûn.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê li qadê dest bi operasyonekê kiribûn û di şerê qewimî de jî leşkerek hatibû kuştin. Di vî şerî de 2 hevrêyên me bi qehremanî li dijî dijmin şer kirin û gihiştine şehadetê.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd ketine wiha ne:

Nasnav: Sîdem Sîvan
Nav û Paşnav: Sîdem Reşo
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayikê-Bav: Nerîman - Abîdîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex/28’ê Îlona 2017

***

Nasnav: Tolhildan Agir
Nav û Paşnav: Sînan Bazar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Şayeste – Mehmet Salîh
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex/28’ê Îlona 2017