Gerîlayên HPG’ê gelek çalakî lidar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Şemzînanê ya Colemêrgê li hemberî kozikên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG’ê ev tişt diyar kir: “Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî kozikên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Di 26’ê Hezîranê di saet 14.40’an de hêzên me leşkerên li Girê Şikêrê Spî yê Şemzînanê kiriye hedef. Hêzên me li vir li kozikên dijmin dane û li gorî agahiyan 5 leşker hatine kuştin.

Hêzên me di heman demê de di saet 16.20’î de li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Xapûşkê yê Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ LEŞKERÊN LI HEREKOLÊ

Di 26’ê Hezîranê di saet 15.15’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk ya li girê Bêmerişêya Herekolê ya bi ser Sêrtê çalakiyek lidar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên dijmin piştî çalakiyê gule li derdora xwe reşandiye. Qereqola Osyanê jî bi obus û hawanan li dora qada çalakiyê daye.

LI PAYÎZAVAYÊ ÇALAKIYA SÛÎKASTÊ YA HÊZÊN YJA STARÊ

Hêzên me yên YJA-Starê di 26’ê Hezîranê de di saet 18.30’an de li dijî qereqola Şamanis a Payîzava ya Wanê çalakiyên sûîkastê lidar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

ŞERÊ LI DIJÎ YEKÎNEKE VEŞARTÎ

Di 25’ê Hezîranê de di saet 08.30’an de li nêzî gundê Kavarê yê Mûşê hêzên me rastî yekîneke veşartî ya artêşa dagirker a Tirk hatiye û li vê derê şerek çêbûye. Di şer de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI ERZÎNCANÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ WESAYÎTA BI ZIRX

Di 25’ê Hezîranê de di saet 10.45’an de li dijî wesayîteke bi zirx a ku dixwest ji Erzîncanê biçe qereqola Yaylabaşi, hêzên me çalakiyek lidar xistine. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li gelek cihan operasyon daye destpêkirin û gelek ambûlans û wesayîtên bi zirx çûne qada çalakiyê.

LI ÎSKENDERÛNÊ ŞER

Di 24’ê Hezîranê li qada Karayilan a Îskenderûnê ya Hatayê hêzên me û leşkerên artêşa Tirk a dagirker rastî hev hatine û li vê derê şerek çêbûye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vî şerî de nehatine tespîtkirin.”