Gerîlayan li Çelê û Kerboranê çalakî lidar xistin
Gerîlayên HPG/YJA-Star li Çelê û Kerboranê çalakî lidar xistine. Di çalakiyan de 2 konteynir û çeperek hate îmhakirin.
Gerîlayên HPG/YJA-Star li Çelê û Kerboranê çalakî lidar xistine. Di çalakiyan de 2 konteynir û çeperek hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyek da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
LI DIJÎ GIRÊ KOORDÎNÊ ÇALAKÎ
“29’ê Adarê saet di navbera 11:00-12:00’an de gerîlayên me li dijî leşkerên li Girê Koordîne yê li ser xeta sînorê Çelê yê Colemêrgê çalakiyek lidar xistibû. Di vê çalakiyê de 2 konteynir û çeperek hatibû hedefkirin û di navberekî kurt de lêxistin û hatin îmhakirin. Disa di heman demê de balafirên şer ên Tirk jî herêma Ertûşê bomberdûman kirin.
LI LEŞKERÊN LI PÊŞIYA NÎZAMIYÊ KOM BIBÛN HATE XISTIN.
28’ê Adarê hêzên me li dijî leşkerên ku li pêşiya nîzamiyeya Qereqola Wezikê ya li girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê kom bibûn çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Dîsa hêzên me xetên înternetê yên li nava gundê Xelîkan û Îvana yên girêdayî Kerboranê şewitandin û îmha kirin.
OPERASYONÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKE
21’ê artêşa Tirk li herêmên Avgamasiya, Cifanê û Aket ên girêdayî Şirnexê dest bi operasyonekê kirine. Ev operasyon di heman rojê de bê ku encamekê bigire vekişiyane.
28’ê Adarê artêşa Tirk li herêma Nevaner, Titerê û Gundikêrema dest bi operasyonekê kirine. Ev operasyon bê ku encamekê bigire di heman rojê de vekişiyane. Dîsa tevgera dijmin a li herêma Birê Çolya û Bilika pêk nehatiye.
BALAFIRÊN ŞER AVAŞÎN Û XAXÛRKÊ BOMBERDÛMAN KIRIN
29’ê Adarê balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Kanîreş a girêdayî Herêma Xaxûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û devera Mervanos ê girêdayî herêma Avaşîn di saet 17:00’an de bomberdûman kirine.”