Gerîlayan li Çelê û Xakurkê li dagirkeran da

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Çelê û Xakurkê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker gelek çalakî kirin. HPG'ê got; "Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Bi çawçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me li dijî tevgera dagirker ku li herêma Xakûrkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê didome çalakî kirin. Bi vê çarçoweyê;

LI GIRÊ ŞEHÎD DERWÊŞ ÇALAKÎ

5'ê Tebaxê saet 15.30'î, hêzên me li dijî Girê Şehîd Derwêş, çalakiyek li dijî dagirkeran kirin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatin xistin. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijimn çend hatin kuştin û çend birîndar bûn, zelal nebû.

LI TENGAVA ERMÛŞÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

6'ê Tebaxê (Îro) saet 04.30'î hêzên me yên YJA Starê li tengava Ermûşê li leşkerên dijmin xistin. Derbeke serkeftî li dijimn ket, ji leşkerên dijmin 1 jê hate kuştin.

LI GIRÊ SERZER Ê ÇELÊ ÇALAKÎ

3'yê Tebaxê saet 21.00'an li Colemêrgê, li Girê Serzer ê Çelê hêzê me çalakiyek li dijî artêşa dagirker a TC'ê kirin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatin xistin, di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûn zelal nebû.

LI NAVÇEYA KANÎREŞ A ÇEWLÎGÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Roja 20’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Kara Cehennem a navçeya Kanîreş a Çewligê operasyon da destpê kirin. Hêzên dagirker heman rojê saetên şevê qada operasyonê bi balafirên şer bombe kir. Di encama bombebaranê de hevrêyekî me şehîd bû. Operasyona roja 21’ê Tîrmehê saetên nîvro paşve vekişiya. Agahiyên têkildarî nasnameya hevreyê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parve kirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 5’ê Tebaxê saet 23:00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker herêma Gundê Guzê yê herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, roja 6’ê Tebaxê saet 03:30’an derdora gundê Kanî Sarkê yê herêma Gare bombebaran kir. Di van bombebaranan de zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl, tiştek bi hêzên me nehatiye."