Gerîlaya YJA Starê: Em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin

Ji gerîlayên YJA Starê Faraşîn Miştenûr diyar kir ku weke gerîlayên jin haya wan ji rola wan heye û got, "Em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin."

Gerîlaya YJA Starê Faraşîn Miştenûr diyar kir ku bi keda cangoriyên têkoşîna azadiyê Newroz gihîştiye wateya xwe ya rastî.

Ji gerîalyên YJA Starê Faraşîn Miştenûr ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku têkoşîna ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hate destpêkirin niha li çiyayên Kurdistanê dewam dike.

Gerîlaya YJA Starê Miştenûr bal kişand ser şerê qirêj ê ku dewleta Tirk li dijî gel û gerîla dimeşîne ûg ot, "Ev polîtîkaya zilm û tunekirinê ji bo me hinceta herî mezin a têkoşînê ye. Weke YJA Starê êrîşa rejîma Tirk a li hemberî jinan, hêrsa me mezintir dike."

Miştenûr diyar kir ku jinên Kurdistanî pêşengiyê ji jinan hemûyan re dikin, zincîra koletiyê ya 5 hezar salî dişikînin, tirsê ji holê radikin û got, "Çalakiyên ku li seranserê Rojhilata Navîn û Ewropayê belav bûne nîşaneya vê yekê ye. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ku xwe dispêre paradîgmaya Rêberê me, ji aliyê jinan hemûyan ve hatiye pejirandin. Sîstem vê dirûşmê li dijî xwe weke gefeke gelekî mezin dibîne. Bi saya Rêberê me jin gihîştine vê astê. Ya ku Newroz gihandiye wateya xwe ya rastî keda hevrêyên me ne ku di oxira têkoşîna azadiyê û gelê me de şehîd bûne. Weke gerîlayên YJA Starê haya me ji rola me heye û em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin."