Gerîla: Werin em bi hev re alaya şoreşê rakin

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li ciwanan kirin ku tevlî nav refên gerîla bibin û gotin, ''Werin em bi hev re alaya şoreşê rakin, bi hev re azad bibin.''

Gerîlayê HPG'ê Bawer Botan têkilî polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser ciwanan axivî û got,''Weke ku her kes pê dizane dewleta Tirk li Kurdistanê her cure êrîşê tîne. Xaka me dagir dikin û êrîşê bi ser gelê me de tînin, heta ku rewşe ev be şerê berevaniya rewa dibe rewşeke rewa.  Di têkoşîna xwe de ti caran me serê xwe li ber dewleta Tirk netewand. Di dîroka Kurdan de Şêx Seyîd jî, Seyid Riza jî li ber dijmin ti caran serê xwe netewandine, yek gavê bi paş de neavêtine. Dema ku Şêx Seîd dar ve kirine, gotiye,''Ez ê niha şehîd biim lê piştre neviyên min wê vê têkoşîn û berxwedanê bidomînin.'' Niha em neviyên Şêx Seyîd û Seyid Riza têkoşîna wan didomînin.''

Botan got dewleta Tirk dixwaze ku  PKK'ê ji holê rake û domand, ''Lê pê dizanin ku PKK rast e û dizanin ku wê nikaribin biqedînin. Dewleta Tirk ne ku tenê êrîşê bi ser tevgera me de tîne, her wiha bi ser gelê me de jî bi rengekî hovane êrîşê tîne.  Gotina Ş. Reşît Serdar heye, dibêje, ''gerîla û gel bibe yek ne tenê dijmin, em ê siha dijmin jî ji Kurdistanê biqewirînin.'' Gelê me li rex PKK'ê ye, hay ji hemû êrîşan û lîstikan heye. Dewleta Tirk divê baş zanibe ku em lîlandina Bêrîtan in, şervanên Egîd in, milîtanên PKK'ê ne, em fedayiyên Rêber Apo ne. Divê ciwan zanibin em ê ti caran li ber dijmin serê xwe netewînin.''

CIWAN DIVÊ LI GIYANE ŞELADIZÊ XWEDÎ DERKEVIN

Botan her wiha got divê ciwanên Kurd li dijî dewleta Tirk serî rakin û tevlî nav refên gerîla bibin ..Botan wiha axivî: ''Cihê her ciwanê Kurd tevgera me ye, çiyayên azad ên Kurdistanê ne. Divê li dijî vê zilmê û dagirkeriyê serî rakin. Ciwan vîneke mezin in û  dikarin vîna xwe bi PKK'ê re bikin yek û bersiva mezin bidin. Me dît ku ciwanên Şeladizê çawa bersiv dane dijmin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê dive rabin ser piyan û hesab bipirsin.

Banga me li ciwanên Kurdistanê ye, werin, tevlî nav refên gerîla bibin. Ji êrîşên Tirk hesab bipirsin. Armanca dewleta Tirk ne tenê Heftanîn û Xakurkê ye. Dixwazin ji vir dest pê bikin û tevahiya Başûr dagir bikin. Ji ber vê ciwanên Başûr divê tevlî nav gerîla bibin û derba mezin li dijmin bixin. 

Ti caran netirsin. PKK li ir e, gerîla li vir in. Berê xwe bidin çiyan û bibin gerîlayên azadiya Kurdistanê. Em dixwazin hemû ciwanên Kurd li nav gerîla bibînin. Rêya PKK'ê rêya azadiyê ye, rêya heqîqetê ye. Werin li dijî vê zilmê serî rakin, li dijî wan şerê xwe bikin.''

'EM Ê BERXWEDANA XWE MEZINTIR BIKIN'

Gerîlaya YJA Starê Ozgur Denîz jî got gel û gerîla berxwedaniyeke mezin dikin û domand, ''Her roja ku diçe em ê berxwedana xwe geştir bikin.  Dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê me her cure gavên der mirovî davêje. Li dijî jinan êrîşên barbarî tînin. A rast ev êrîş li dijî dewleta Tirk nîşan dide ku divê em bi hev re tevbigerin .Di pêvajoyeke wiha de ji aliyekî ve gelê me li ber xwe dide, ji aliyekî ve jî gerîla berxwedaniyeke mezin dik.e  Em tevgera azadiyê li dijî her cure êşkenc,e qirkirin û êrîşê  li ber xwe didin. 

Bi hezaran mirovên em têne qetilkirin, girtin. Em jî li dijî van êrîşan bi biryardarî li ber xwe didin û serî radikin.Serhildana me bi tevlêbûna nav PKK'ê dibe. Tayyîp Erodgan her carê her çendî bibêje, 'em ê azadiyê demokrasiyê bînin jî' tişta ku dike komkujî ye. Ya ku tê kirin hemû cîhan dibîne lê li dijî vê divê mirov helwestê nîaşn bide. Em gerîlayên YJA Starê heta dawî em ê li ber xwe bidin. Dibe ku her roj em şehîdan didin lê dijmin divê zanibe bi her şehîdbûnê re em mezin dibin, bi her şehîdî re hêrsa me mezintir dibe. Divê ciwanên Kurd û gelê me vê bizanibin û bibînin.''

JIN DIVÊ JIYANÊ BI BERXWEDANÊ TACÎDAR BIKIN

Denîz her wiha got li nav pergalê cih ji jinan re nemaye û got, ''Ji bo ku jiyana xwe av bikin, jiyaneke rast bijîn cihê wan refên PKK'ê û PAJK'ê ye. Em dixwazin ku hemû jin ref bi ref berê xwe bidin nav şervanên azadiyê, nav refên PKK'ê.

Em hez dikin ku em bi hev re alaya şoreşê li ba bikin, bilind bikin, werin em bi hev re azad bibin û li dijî dijminê xwînxwar û komkuj şerê azadî û rûmetê bikin. Em hêrsa xwe ya azadiyê, qêrîna azadiyê bi kezaba dijmin de biteqînin. Em gerîlayên jin, şepalên çiyayên Kurdistanê xwedî vîn û hêz in. Em jin dikarin berxwedaniya xwe ya mezin derxînin holê. Em şanî dijminê barbar û xwînxwar bibin bê ka hêza jina Kurd çiye.  Rêya rast têya PKK'ê ye, rêya rast rêya berxwedanê ye.''

'ROJ ROJA BERXWEDANÊ YE'

Gerîlayê HPG'ê Şahan Demsal jî got  divê her ciwanekî Kurd, wekî wan xwe ji azadkirina Kurdistanê re berpirs bibîne û li gorî vê eniya berxwedanê hilbijêre. Demsal got, ''Ev 21 sal in li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye û bi vê têkildar êrîşên giran tînine ser gelê me û nirxên me. Êrîşê tînin ser şehîdgehên me yên pîroz jî.

Dewleta Tirk a mêtinger  û qirker bi taybetî ciwanên Kurd dike hedef.  Bi rêyên qirêjî kemînan li ber ciwanên Kurd datîne da ku wan ji tevgera azadîxwaz a Kurd dûr bigire. Dixwazin bala ciwanên Kurd bikişînin ser deverên din, da ku nefikirin. Bi medyaya xwe ya qirêjî weke ku tiştek nebûbe tevdigerin. Lê divê gelê me zanibe li her deverê berxwedaniyeke mezin û li her deverê gerîla li ber xwe dide û derbên girna li dijmin dide. Derbên ku gerîla li wan dide wê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hilweşîne.''

Divê hemû ciwanên Kurd zanibin ku li her çiya û bajare Kurdistanê berxwedaniyeke mezin heye.  Li dijî faşîzma Tirk her dever qada berxwedanê ye .Em bang li hemû ciwanên Kurd dikin, li dijî van komkujî û qirkirinê bêdeng nemînin, cihê ciwanên Kurd li ser rêya heqîqet û rûmetê nav refên PKK'ê ye. Ciwanên Kurd divê li dijî qirkirinê bêdeng nemîne, ji bo berxwedanê xwe berpirs bibînn. Her dawî li Şeladizê û Silêmanî ciwanan li ber xwe da. Ev berxwedan divê qels nebe, geş û gur bibe. Heke dewlta  Tirk îro êrîşê bi ser Silêmanî de tîne sibe wê êrîşê bi ser Hewlêrê de jî bîne. Ciwanên Kurd li dijî vê divê rahêjin çekê, li dijî faşîzma AKP'ê şer bikin û berxwedaniyê geş bikin. Li dijî faşîzmê rûmet berxwedan û şer e. Roj ew roj e ku em li dijî dagirkerî û mêtingeriyê li ber xwe bidin û şerê mezin bikin.''