Gerîla TV dîmenên çalakiya Girê Petrût weşand

Gerîla TV dîmenên çalakiya TŞYJ’ê ya 3’yê Îlonê saet 13:30’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a dargirker ên li Girê Petrût a Çelê lidar xistibû belav kir.

Gerîla TV li ge dîmenê parvekirî têkildarî çalakiyê ev agahî jî parve kir:

"Şervanên Tevgera Şoreşger a Yekgirtî ya Jinan (TŞYJ) 3’ê Îlonê saet di 13.30’an de li dijî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ên li Girê Petrût ê Çelê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de 2 kozik û çekeke MG3 hatine îmhakirin. Di vê çalakiyê de çapemeniya dijmin gotiye tenê leşkerek miriye lê li vê derê 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşkerên dijmin ên ku hejmara wan nehatiye zelalkirin jî birîndar bûne."