Gerîla li Şeşdarê li leşkeran da: Kuştî û birîndarên leşkeran hene
Gerîlayên HPG’ê li leşkerên Tirk ên ku xwestin li herêma Şeşdarê ya Heftanînê bicih bibin, çalakî kirin. Hate ragihandin ku di şerê qewimî de kuştî û birîndarên leşkeran hene.
Gerîlayên HPG’ê li leşkerên Tirk ên ku xwestin li herêma Şeşdarê ya Heftanînê bicih bibin, çalakî kirin. Hate ragihandin ku di şerê qewimî de kuştî û birîndarên leşkeran hene.
Artêşa Tirk a dagirker xwestin di saet navbera 12:00-13:00’an de li qontara devera Şeşdarê ya Heftanînê leşkeran dane.
Li ser ferqkirina gerîla ya vê tevgera dagirkeriyê şer qewimî.
Hate ragihandin ku gelek leşkerên Tirk hatine kuştin an jî birîndarkirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin şer dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî Girê Kordîne bi obus û hewanan bombe dike.