Gerîla li Amedê li yekîneyên veşartî xistin: 2 leşker mirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, li bejahiya navçeya Hênê ya Amedê li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker ku derketibûn operasyonê, çalakî kirine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "7'ê Nîsanê artêşa TC a dagirker bi yekîneyên xwe yên veşartî li qada gundê Selê yê navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Heman rojê hêzên me yekîneyeke veşartî kontrol kirin û 9'ê Nîsanê li vê yekîneya veşartî xistin."

Têkildarî çalakiyê ev agahî hatin parvekirin: "Ji cihekî nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên hatin kuştin bi wesayitên sivîl ji cihê çalakiyê bir û bêyî encamê werbigire ji herêmê vekişiya."