Gerîla li Adilbegê ji pênc aliyan ve li hêzên dagirker xistin

Gerîlayên HPG'ê li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji pênc aliyan ve li leşkerên Tirk xistin. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya gerîla ya li herêma Adilbegê ev agahî da:

"Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 4'ê Mijdarê saet di 09:00 de li gundê Koordîne yê li herêma Adilbeg a li naçeya Şemzînan a Colemêrgê, li dijî hêzên dagirker çalakiyek kirin. Ji pênc baskan ve gule li çeperên dijmin hatin reşandin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 3 leşker hatin kuştin. Wesayiteke bi tîpa Kobra ya ku hewl da dest li qada çalakiyê werde bû hedefa hêzên me û derb lê hate xistin. Wesayita zirxî ya ku derb xwar, ji herêmê çû. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi obus, hawan, tank û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand.

5'ê Mijdarê, balafirên şer ên hêzên dagirker saet di 02:00 de bombe li herêma Adilbegê barandin.

Sibeha 4'ê Mijdarê, hêzên me di çarçoveya pêngavê de li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Petrut ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

ARTÊŞA TIRK LI BESTAYÊ DEST BI OPERASYONÊ KIR

Ji 2'ê Mijdarê û vir ve balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombeyan li herêma Besta ya Şirnexê dibarînin. Hêzên dagirker îro (5'ê Mijdarê) danê sibehê li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kirin.

BOMBERDÛMANA BALAFIRÊN ŞER

3 û 4'ê Mijdarê, artêşa TC a dagirker bi balafirên şer êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Balafirên şer roja 3'ê Mijdarê saet di 17:00 de herêma Bitermal a Heftanînê,s aet di 20:30 de jî girê Şehîd Şahîn ê li herêma Zapê bombe kirin. Roja 4'ê Mijdarê jî saet di 01:45'an balafirên şer bombe li girê Şekîf ê herêma Xakurkê barandin."