Gerîla lê da, Gerîla TV jî dîmenê wê kişand!

Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîla ya 19'ê Hezîranê, ku li ser sînorê Çelê li girê 'Şehîd Xeyrî' li dijî artêşa Tirk hate lidarxistin, weşand.

Artêşa Tirk ji 16'ê Hezîranê û pê ve li herêma Zapê ya Çelê dest bi operasyona dagirkirinê kir û gerîla jî bi çalakiyan bersiv dan. Gerîla TV dîmenê yek ji van çalakiyan kişand.

Di dîmenê Gerîla TV de tê dîtin, roja 19'ê Hezîranê li girê 'Şehîd Xeyrî' yê li nava sînorê Başûrê Kurdistanê, gerîla li leşkerên Tirk dixin.

Vaye dîmenê wê çalakiyê:

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, roja 20'ê Hezîranê daxuyaniyek weşandibû û li ser vê çalakiyê ev agahî dabû:

"Artêşa TC a dagirker, roja 19'ê Hezîranê saet di 18:30 de bi helîkoptera bi tîpa Skorsky leşker danî ser girê Şehîd Xeyrî. Hêzên me li van leşkerên hatin danîn, ji cihekî nêz ve lê dan. Bi qasî ku hate tespîtkirin, 4 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker, heta saet 22:00 leşkerên xwe yên mirî û birÎndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir."