Gerîla Goksû qala çalakiya li Gabarê kir

Gerîla Eylem Goksû Gabar qala çalakiyeke sala 2015'an a li Gabarê kir û got, "Destpêkê hevala Berçem lê dide, piştre jî heval bi bombeyan êriş dikin. Dijmin ê li ser gir bi temamî ji holê hate rakirin."

Gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar qala bîranîneke xwe ya li Gabarê kir:

"Çalakiya me dawiya sala 2015'an bû. Demeke welê bû ku pêvajo têk çûbû. Çalakiya destpêkê ya ku li herêma Bakur hate kirin çalakiya me bû. Ev yek di heman demê de ji bo min çalakiya destpêkê bû. Plansaziya wê gelekî berfireh bû. Me yê çalakiya xwe li qada Gelî, li dijî Qereqola Girê Cotyar çêbikira. Qereqola li qada Gelî ji bo me bi avantaj bû, li nava dolekê bû. Mirov dikarîbû li ser qereqolê serwer bûya.

Beriya dest bi çalakiyê bikin me amadekariyên xwe kirin. Nêzî hefteyekê me amadekarî kirin. Keşfa xwe kir, hevalên xwe civand û yek bi yek nîqaş kir, piştre jî amadekariya erzaq û cebilxaneyan kir. Her heval eniya xwe amade kir, pêwîstiyên xwe temam kir. Piştre jî du rojan em bi rê ket û gihîştin cihê çalakiyê. Di mijara çalakiyê de em bi biryar bûn, heta ku me dijminê li ser gir ji holê ranekiribûya em ê venegeriya bûya. Em kom bi kom çûn; koma êrişê, koma parastinê, koma doçka, li hemberî birîndarî û şehadetê koma tenduristiyê hebû. Ew jî bi rê ketin. Herî dawî koma koordîne bi rê ket.

Herêma Gelî bi giranî bi kevir e, cihên xwezayî hene, daristan hene, lê belê bi giranî bi kevir e. Çavkaniyên xwe yên avê gelekî zêde ye. Herêmeke ji bo çalakiyê guncaw bû. Piştî ku hevalan nîqaş kirin kom bi kom bi rê ketin. Destpêkê koma êrişê çû, 6 heval bûn, Şehîd Harûn, Şehîd Berçem, Şehît Zana, Şehîd Kendal û du hevalên din. Bi rengê du koman çûn. Şehîd Berçem bîksîvana me bû. Piştî ku koma êrişê çû koma sûîqestê çû. Koma sêyemîn jî koma parastinê bû. Di navbera hevalan de mesafeyek ji çar pênc saetan hebû."

'HEVALAN DIPARÊZE, BI RENGEKÎ FEDAYÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊ DIBE'

Gerîla Eylem Gabar qala rola Şehîd Harûn dike ku bi rengê fedayî tevlî çalakiyê bû:

"Harûn di vê çalakiyê de şehîd bû, çalakiya fedayî kir. Perwerdekarê sûîqestê bû. Li herêma Bestayê dima. Ji bo derbasî Gabarê bibe li wir pêşniyar kir, ji bo perwerdeyê bide. Hevalan pêşniyara wî qebûl kirin. Mehek bûbû ku hatibû qadê, wê dewreyeke perwerdeyê bida destpêkirin. Hevalên ji herêmên nêz hatin ji bo operwerdeyê. Ji bo 15 rojan perwerdeyek da. Dewre bi dawî bû, heval belav bûn. Komek ji hevalên ji vê dewreyê digire gel xwe û tevlî çalakiyê dibe.

Dema ku em gihîştin, koma êrişê beriya sê rojan gihîştibû ser gir. Li hin deveran xwe nêzî gir dikirin. Hinekî diman, keşif dikirin, çûn û hatina leşkeran didîtin. Di vê demê de şivanên li herêmê hevalan dibînin, heval jî difikirin ku deşîfre bûne û pêşniyar dikin ku çalakiyê betal bikin. Lê belê hevalê Harûn bi israr dixwaze ku çalakî bê lidarxistin û dibêje ku çi dibe bila bibe divê çalakiyê bikin. Bi israra hevalê Harûn em bi lêdana bîsîvîngê fêhm dikin ku çalakiyê dest pê kir. Destpêkê hevala Berçem a bîsîvîngvan lê dide. Piştre jî heval bi bombeyan êriş dikin. Koma êrişê bi komên ji sê kesan diçin. Heval Kendal, Şehîd Zana, heval Harûn, heval Berçem di nava komê de hebûn. Heval çeperan yek bi yek dixin. Piştî xistina çeperên li eniya pêş hevalê Harûn plan dike ku bi tena serê xwe çeperên li pişt bixîne. Ji hevalên Zana û Berçem re dibêje 'hûn neyên'. Heval çiqasî israr dikin jî heval Harûn bi tena serê xwe bi rengekî fedayî bi ser çeperan ve diçe. Koma êrişê piştre diçe çeperan kontrol dike, lê hevalê Harûn jî nabînin.

Di çalakiyê de koma sûîqestê bi rengekî serketî bi rola xwe rabû. Dijmin nekarî serê xwe jî hilde, leşkeran hewl didan xwe bigihînin tankê, lê hevalên sekvan nedihiştin. Dikirin nekirin nedikarî xwe bigihînin obus û hawanan. Di vir de rola hevalê Harûn û sekvanên wî hebû."

'DIJMIN BI TEMAMÎ JI SER GIR HATE RAKIRIN'

Gerîla Eyem Goksû herî dawî li ser çalakiyê got, "Piştî vekişînê heval tên cihê xwe. Piştre bi balafiran, skosky êrişa hewayî dest pê kir û qet ranewestiya. Dijmin di vê çalakiyê de gelek kuştî da, nêzî 9 leşker hatibûn kuştin, dibe ku hejmar zêdetir be. Hevalan di vê çalakiyê de bîksî, debance, cebilxane ji ser leşkeran rakiribûn. Her wiha dijmin bi temamî ji ser gir rakiribûn.

Çalakî gelekî bi plan û berfireh bû. Ji bilî hevalê Harûn ê di koma êrişê de kes şehîd nebû. Dijmin piştî vê çalakiyê êrişa hewayî bir ser tevahiya Gabarê. Her devera Gabarê şewitî. Li pêşberî çalakiyeke wiha dijmin matmayî ma."