Gerîla Eznar berxwedana Heftanînê bi helbestekê vegot

Gerîlaya YJA Starê ya Ereb Eznar Girkê Legê, berxwedana hevrêyên xwe yên li Heftanînê bi helbestekê vegot.

Gerîlaya YJA Starê ya Ereb Eznar Girkê Legê, berxwedana hevrêyên xwe yên li Heftanînê bi helbestekê vegot.

Gerîla Eznar li ser sedema nivîsandina vê helbestê wiha axivî: "Berxwedana li Heftanînê hêrsa dilê me ya li dijî dagirkeriyê nîşan dide."

Hestên gerîla Eznar ên li ser berxwedana Heftanînê wiha ye:

Fermane li serê Kurdane
Li cenga Haftanînê şer û berxwedan e
Dengê top û teyyaran e
Şagirtinên OCALAN gerîla ne
Bersiva hemûyan qîrîna zarok û lorîna dayikan e
Gerîla ne, armanca wan tunekirina neyaran e
Û rizgarkirina hemû cihên dagirkirî ne
Gerîla ne, heybet û berxwedan e
Kesek hîn nizane ew kî ne, biçin meyze bikin waye li cenga Heftanînê ne
Weke brûskan li neyaran dixin, dagirker ji ber wan direvin
Armanc û xwesteke wan pêkanîna emaneta şehîdan e
Kîn û hêrsa di hundirê wan de tolhildana ji dagirkeran e
Vaye gerîla ne, li serê çiyan e, ji gelê xwe re fedayî ne
Ji ber romana Rêber Apo pêk anîne
Vaye gerîla ne, qehreman û cîgerpolan e.

'JI BO JIYANEKE AZAD'

Gerîlaya YJA Starê Eznar Girkê Legê di dawiya axaftina xwe de bang li gelan kir: "Gelên me ji bo pêkanîna jiyaneke azad divê serî hildin û li dijî bêedaletiyê li ber xwe bidin."